Şêx Seîdê Berzencî digel 40 mirûdên xwe çawa hatin kuştin?  

Siddik Bozarslan

Sissik Bozarslan

Telgrafek ji navenda ´Musulê Kürd Teavün ve Terakki Şubesi´ Baskê Sêmilê di 13.01.1909an da hatîye şandin bo Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti ya Stanbolê. Di telgrafê da hatîye xuyakirin ku yekîtîya eskerên ku bi kantiran ji Kerkûkê hatine, di nav wan û xelkê da ewil gengeşe çêbûye. Eskerên herêmê jî beşdarîya wê gengeşeyê kirine û ev bûye semedê rûdana pevçûnek. Di encamê da 16 eskerên ku siwarên kantiran bûne, hatine kuştin. Rojtira dî bi tifaqdarîyek êrîşên kurdan kirine û çûne ser avayîya Şêx Seîdê ji Seyîdên Berzencîyan bûye. Şêx bi Qur´anê pêşwazî li wan kirîye da ku rewş xirab nebe. Lê êrîşkaran Qur´anê digel şêx perçe dikin û dixin bin pîyên xwe; li hundurê avayîyê jî kurê Şêx Seîd, Şêx Ehmed digel 40 mirûd hemî tên kuştin. Ji haydarîyan mirov fam dike ku Şêx Seîd ji Musulê hatîye surgunkirin jibo Silêmanîyê û di wê rêwîtîyê da ew bûyer qewimîye.(3)

Encama vê bûyera hovîtîyê nîşan dide ku şêxê me yê reben qasî mîtroyek jî pêşîya xwe nedîtîye û 24 eyar safikê dînê xwe bûye. Loma qet tedbîr nesitandîye û wer  hesibandîye ku esker û xelkên ku werin dê qedrê Qur´anê bigrin. Lê wek em pê dihesin, jibo ereban û eskerên osmanî tu Qur´an û pêxember û Xwedê pere nakin dema li dijî wan kurd hebin ku bûne mijara wê şolê. Lê kurdên me yên bêeqil tu car ji peyva pêşîyên xwe ya koletîyê jî ders negirtine û loma bi wî awayî xwe kirine qurbana dîn. 

Hin xwendoxên xoşevîst dibe ku pê nizanibin, bûyera Şêx Seîdê Berzencî çawa qewimîye. Qasî ku em pê dizanin, dema Îttîhat-Terakkî hatine ser hukum; hukumê Sultanê Osmanî /yanî Xelîfetî, hatîye sînorkirin. Ew rewşa nu ya Hukumeta Bab-î Alî ya Stanbolê, bû sedemên hin acizî û protestoyan li nav sînorên osmanî. Şêx M. Berzencî jî yek ji wan kesan bûye ku li herêma xwe yanî li Musulê, hukmê Îttîhatê protesto kirîye. Ev bûye sedemê ku Îttîhatîyan şêxê me surgûnê Silêmanîyê bikin. Û  wek me li jor dît ew bûyera trajedîyê hatîye serê şêx û mirûdên wî. Di wê bûyerê da şêxê me tam ketîye nav rewşekî ku kesên aqilsivik dikarin bikin bê ku dê çi were serê wan, ew nahesibînin. Yanî bi peyva pêşîyan ”Aqilê sivik, barê giran!” bûye sedemê kuştina şêx û 40 mirûdên wî.. 

Wek em di vê bûyerê da dibînin, bi sedan, bi hezaran numûneyên weha li Kurdistanê qewimîne ku her yek ji wan numûneyan bi xwe ra malxirabî û malwêranîyeke mezin anîye ku ew ji ber tunebûna dewleteka kurdî encam dane. Eger Kurdistaneka serbixwe hebûya; guman tune ku van bûyerên trajediyê dê neqewimîyana û nebana sedem ku civata kurd serubino bibe; lê berewajê wê, dê geşbûn, xurtbûn û pêşveçûn çêbibûna.

Eger em van mînakên jorîn bi awayeke giştî bicivînin ser hev, em dikarin bigihîjin encamek ku jibo nifşên nû, têra xwe dersan dikarin jê derînin. Di dîroka mirovanîyê da mirov dikare bêje ku nejadperestî, herî zêde xisarê daye reşikan, çermsoran, cihûyan, ermenan û kurdan . Lê di eslê xwe da nejadperestî, wek çekekê îdeolojik yê cudaxwazîyê, xisarê daye tevayîya cîhanê û hemî mirovên li cîhanê nesîbên xwe jê standine û mixabin ev ideolojiya qirêj û gemarî hê jî li ser kurdan tê bikaranîn.

Wek di beşekî dî da bi mînakên piralî hatîye nîşandan; ji salèn 640î virve, yanî 1380 sal e ku xisara herî zêde li ser civata kurd hatîye kirinê, xisara îslamîyetê bi xwe bûye. Dîsa politika Sistemên Tahranê, Ankarayê, Baxdayê - ji 1992yan virve rewşa Hewlêra Paytext wek rewşeke “de facto” derxistîye meydanê û nuha bi kulekî be jî sistemeke federalî di navbera Baxda û Hewlêrê da heye ku divê ev beş were cudakirin ji sistemên kolonyalizma welatê me- û Şamê ku sedsal e li ser hukum in; ji politika nejadperestîyê pir pir xirabtir û dijwartir in; numûneyên vê politikayê piralî dê li pêşîya we xoşevîstan werin raxistin.