çîyayê qoxê timî bi mij û dûman e
çiyayê şerefedîn senger danîye li hember bê eman e
ji dûr ve xuya dibe sîpanê xelat e
li hev dinihêrin mîna bûk û zavayên welat e
roj dertê li qoxê bi heft rengan e
eqsa xwe dide gola wanê wekî mircan e
ji quntar û mêrgan radibe kalîna berxan e
ji newal û gelîyan tê dengê xumîna avzêm û rûbaran e
qeb qeba kewan olan dide di zikê zinar û bilindcihan e
şivan destê xwe diavêjin bilûrên mîna stûyê maran e
gul û kulîlkên biharê pê re radibin dîlan e
siwarên kihêlan didin hev halan e
hespên xwe dibezînin mîna memê alan e
tu dibê berê xwe dane cizîra botan e
ji bo bibînin dildara xewa şevan e
gundên hûr li newal û gelîyan ava ne
mîna kivarkên biharê derbên li quntaran e
baraneke xweş tê ji ewran e
birûsk diqelişînin zikê asîman e
ronahî didin şikeftên çîyan e
warê bav û kalên di zeman e
hilm radibe ji dar û beran e
gêj dibe serî ji bêhna kulîlkan e
xwîna keç û xortan pêl dide bi evîna dilan e
nêrgiz û sosin dixemilînên erdên beyar mîna fistan e
şêxê min li gundekî mêvan e
mêvanê lawên çîyan e
jê re danîne sifreya mîran e
li dora wî civîyane mezinên kurdan e
dikin şêwr û sohbetên di giran e
behs û qala şerê di cîhan e
şikestîye darê alaya romîyan e
gurên boz, jontirk revîyane
li freng rûniştine dewletên giran e
qasidê kurdan şerîf paşa digel wan e
bend danîne li sewrê ji bo kurdan e
hezar û nehsed û bîst e ji salan e
divê azad be welatê bazan kurdistan e
gurekî boz digere li bajar û gundan e
dicivîne eşîr û giregirên di kurdan e
çîrokan dibêje bi fen û fitan e
behsa biratîya guran û berxan e
dehfikên nuh datîne ji bo bindestan e
berê xwe dide axa û began e
dixapîne wek bav û kalan e
gurekî boz î dexes mîna seydvan e
li ber dehfikê xwe datîne mîna maran e
hezar û nehsed û bîst û sê ji salan e
li lozanê dicivin dewletên giran e
gurên boz li wir amade ne bi navê misilman e
ji devê wan nakeve biratîya kurd û tirkan e
gava dibe behsa mafên biran e
gurên boz dikin fîxan e
dibêjin em tev misilman in wekî biran e
kurd naqetin ji tirkan e
lozan dibe tapûya guran e
berê xwe didin warê berxan e
soz û wehd dibin taştêya sibehan e
berx dimînin li meydanê bê maf û bê saman e
êdî gur qet nakin behsa biratîya gur û berxan e
dibên em hemî gur in ji bav û kalan e
yên nebin gur wek me guran e
dê bibin ji bo me şîva êvaran e
xalit begê cibrî ji mala siwaran e
radibe ji xewekî di giran e
digel seyîd abdulqadir wek biran e
usif zîya berxekî ji berxan e
ew jî digihîje herdû biran e
şêxê min seîd efendî li gel wan e
kom dibin tevî beg û mezinên berxan e
sal ji salan, sala bîst û sêyan e
ava dikin komela azadîya kurdan e
ji bo rizgar be welat ji destê guran e
gurên boz ranakevin bi şevan e
dihesin bi tevgera kurdan e
xalit û usif digirin bi fen û fitan e
lingên wan li zincîr, destên wan di darên kelepçan e
berê wan didin bedlîsa xopan e
digel siwaran şêxê min digere bi hespan e
li pîranê dibin mêvanê biran e
destpêka sibata zivistan e
gurên boz tên gund wekî sûtalan e
digerin bi dil û can li belan e
şerek çêdibe di nav wan û kurdan e
tifing diteqin ji destan e
agahdarî belav dibe li çar alîyan e
dibêjin şêx rabûye li ser pêyan e
ferman dide li ser ferman e
roj roja azadîya di mêran e
serhildan belav dibe wek pêlan e
darahênê dibe paytextê mêrxasan e
şêxê min dibe serferman e
digel wî şêx û giregirên kurdan e
dikin plan û hazirîya cengan e
berê xwe didin bajarên merdan e
amed li bendi nevîyên kardûxan e
ji derdê wan re mîna derman e
şêx digot, warê me dewlemendê welatan e
gelek in madenên me li bin erdan e
emê bigirin ji guran e
bila ji bo kurdan bibe dewran e
dihatin mîna stêrkên di ezman e
ji gelîyê hênê bihurîn mîna rûbaran e
hemî murîd û gundî ne
tev ji şêxê min re canfîdan e
amed li dilê wan canecan e
bila jê re qurban be dil û can e
şev û roj çûn mîna biçin dîlan e
gihiştin ber sûrên ameda kurdan e
dorpêçayî bi sûran e
di bin tifing û topên dijminan e
şêxê min da ferman e
bigirin, derxin ji destê roman e
bila amed bibe paytextê merdan e
amed li bin hesar e
guran bi freng re kir bazar e
eskerên guran bihurîn ji xeta fransawî
ji bo bînin li kurdan dawî
ji amed vekişîya şêxê min tevî siwaran
berê xwe da çîya û daran
ji bo ji nû ve rabin
li hemî deran çekdar avabin
cehşekî ji cehşên zeman
keftarekî ji keftaran
mirovekî ne insan
bi paşnavê atac
zirkerekî bi tac
danîbû dehfikek xayîn
li bendî bû bi payîn
şêxê min êsîr ket
serhildan ji taqet ket
li bedlîsê herdu girtî ne
usif û xalit begê cibrî ne
xeberek belav bû bi ketina serhildan e
li zindanê guran ew dan ber gulan e
roj ji rojan pêncê gulan e
şêxê min anîn amedê girtîyê guran e
eskerên guran rêz bûbûn li kolan e
singû dabûn ser lûleyan e
eman nedidan tu kesan e
gerandin şêxê min li kolanan
xelk ji dûr dinihêrî ji ser banan
li temaşegehê runiştibûn generalên guran
li rex wan cihê xwe girtibû dêleguran
şêxê min meşîya bi serbilindî
keneke zirav xuya dibû li rûyê wî bi rindî
rîha wî şehkirî
di ber dijminên xwe re bihurî
tarîx bîst û heftê gulan e
seyîd abdulqadir girtîyê di zindan e
tevi fewzî û dr fûad mîna bira ne
gurên boz didin ferman e
sêpikan datînin ji bo mêran e
dipirsin ji seyîd daxwaza dawîn e
dibêje, ewil min bixeniqînin, paşê lawê min ê canecan e
gurên boz qebûl nakin tu daxwazan e
dixeniqînin lawê seyîd li ber çavê bavan e
dor hate hecî ahtî ji bo sêdaran e
ahtî qêrîya wekî şêran e
got biji kurdayetî û kurdistan e
dr fûad digot ez dibim qurban ji bo welatê kurdan e
lingên wî dibûn ji erdan e
…
roj ji rojan bîst û heştê hezîran bû
guran biryara xwe dabû
êvar hat bû tarî
ronahî êsîr ket ji neçarî
reşetarîyek wek mejîyê guran
daket ser ameda perîşan
li derîyê çîya sêpik danîbûn
çil û heft mêrxas anîbûn
şêxê min meşîya
li ber sêpikê qêrîya:
ez hatim dawîya jiyana xwe ya dunyayê,
ji bo neteweya xwe dibim qurban, ez poşman nînim,
tenê bila nevîyên me li ber dijmin, me mehcûb nekin.
çil û heft car ronî pê ket
çil û heft car tarî bi ser ket
çil û heft çîya hejîyan
çil û heft ruh vekişîyan
çil û heft ruhên kurdperwer belav bûn li gund û bajaran
çil û heft dilên azadîxwaz li amedê man aliqî, li sêpikên guran
------------
Serdat Roşan
havîn 2005
* Ji kitêba Xencer, Doz Yayinlari.