Seydayê Cegerxwîn li Diyarbekirê hat bibîranîn

.

Li Diyarbekirê ji aliyê sazî û rêxistinên xebatên hunerî û ziman dikin ve bernameya bîranîna helbestkarê nemir ê Kurd Cegerxwîn hat lidarxistin.

Li Diyarbekirê ji aliyê sazî û rêxistinên xebatên hunerî û ziman dikin ve bernameya bîranîna helbestkarê nemir ê Kurd Cegerxwîn hat lidarxistin. Di bernameyê de xelat bo kesên xizmeta edebiyata kurdî kirine hatin dayîn û helbestên Cegerxwîn hatin xwendin.

Ji aliyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstituya Kurdî Ya Amedê ve di holek teybet de bernameya bîranîna Helbestkarê Kurd Cegerxwîn hat lidarxistin.

Di bernameyê de helbestên Cegerxwîn hatin xwendin û ji bo kesên ku xizmeta ziman û edebiyata kurdî kirine xelat hatin dayîn. Amadekarên bernameyê amaje kirin mebesta wan ew e ku nirxên neteweyî yên wek Cegerxwîn  neyên jibîrkirin û hişmendiya ziman were belavkirin.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê Mîne Karakaş ji K24ê re diyar kir: “Me xwest ku wek nirxek neteweyî xwedî li Cegerxwîn derbikevin. Bang li Kurdan dikîn ku her çi karî bikin bila bikin, bila li her qadê bi zimanê xwe biaxifin û bil abi Kurdî bijîn.”

Di bernameya bîranîna Cegerxwîn de kesên ku ji ber xizmeta ziman û edebiyata kurdî xelat wergirtîn amaje kirin ku divê rola Cegerxwîn ya di warê hişmendiya neteweyî de neyê jibîrkirin û wergirtina xelatê di bernameyek wisa de wek serbilindiyê pênase kirin.

Nivîskar Namik Hewramî ji K24ê re diyar kir: “Min gelek xelat wergirtine lê ev xelat ji bo min taybet e. Ji ber ku li Amedê min standiye û ji ber ku di warê hewramî de min xebat kiriye û xelat wergirtiye. Cegerxwîn girîng e, ji ber ku ji me re dide nasîn ku kîne em.”

Cegerxwîn ku navê wî yê rastî Mele Şêxmus e di sala 1903yê de li Gundê Hesarê ya Kercewsa Batmanê hatiye dinê û 38 sal berê di 22yê cotmeha 1984an de li Stocholmê jiyana xwe ji dest daye. 

Çavkanî: K24

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin