Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, sêyemîn pêşangeha pirtûkan hatiye lidarxistin ku têde bi hezaran pirtûk hatine pêşandan. Nivîskarekî Kurd ê ji Qamişloyê jî derdora 200 pirtûkan kom kirine û bi rêya sêyemîn pêşangeha pirtûkan, pirtûkên xwe pêşkêşî xelkê dike.
Nivîskarek 200 pirtûkan bê beramber di pêşangeha pirtûkan de li bajarê Qamişlo bi ser xwêneran de belav dike.
Ebas Mûsa yê nivîskar ji Rûdawê re dibêje, xwendin li Rojavayê Kurdistanê ne di asteke pêwîst de ye lewma divê keşûhewayeke baş ji xwendinê re bê peydakirin.
Nivîskar Ebas Mûsa herwiha ragihand, asta xwendina pirtûkan li Rojavayê Kurdistanê kêm bûye, lewma jî ew hewl dide bala xelkê bikişîne ser xwendina pirtûkan.
Ebas Mûsa tekez kir: “Kesê xwêner li pirtûkan bigere û nizanibe hilbêjere zehmet e, lê hinek hene ev demeke dev ji xwendinê berdane, eger bi rengekî baş jêre bê pêşkêşkirin dê careke din bixwînin.”
Sêyemîn pêşengeha pirtûkan bi beşdariya pirtûkxaneyên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê li bajarê Qamişlo birêve diçe, û têde pirtûkên bi zaravê soranî jî hene. Di sêyemîn pêşangeha pirtûkan a Qamişloyê de bi dehan hezar pirtûk bi 8 hezar navûnîşan hene.
Endama Desteya Çandiniyê û ji Komîteya Amadekara Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê, Neîma Mûrad jî ji Rûdawê re got: “Îsal 43 beş in, pirtûk jî 112 hezar in, bernameya me 10 sibê destpê dike, ji yek heya pênc jî navber e, heya saet 9 jî gotûbêj hene.”
Tiştên veşartî û vekirî, navê yek ji 112 hezar pirtûkan e ku li vir peyda dibin, biryar e ev pêşangeh 6 rojan berdewam bike ku têde çalakiyên cûda têne lidarxistin.