Seyîd Sadiq - Baregehên partiyên siyasî hatin şewitandin

.

Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li Seyîdsadiq hatin şewitandin.

Televîzyona Kurdistan24ê ragihand; îro beşek ji xwepêşanderan êrîşî kirin ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û Komela Îslamî li bajarokê Seyîdsadiq û şewitandin.

Li gorî agahiyan, xwepêşander hewl didin baregehên partiyên din ên li Seyîdsadiq jî bişewitînin.

Duh jî li nahiya Pîremegrûn, beşek ji xwepêşanderan êrîş kirin ser baregeha PDKê û zirareke mezin a madî gihandin baregehê û komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî şewitandin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne