Sherrî Talebanî: Pêngava yekem a hişmendiya dîjîtal divê li dibistanan dest pê bike

.

Serok û Rêvebera Cîbicîkar a Saziya Seed Sherri Kraham Talebanî anî ziman, "Heger hêzeke we ya polîsê dîjîtal tune be, ew ê bi rastî gelekî dijwar be.” Sherrî Talebanî herwiha got: “Pêngava yekem ji bo hişmendiya dîjîtal divê li dibistanan dest pê dike.”

Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê berdewam e

Di panela duyem a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navê “Guherîna Dijîtalî li Herêma Kurdistanê: Astengî, Serkeftin û Stratejiya Pêşxistinê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê” de ku Navenda Wilson û Navenda Lêkolînan a Rûdawê birêve dibe, Wezîrê berê yê Aboriya Dîjîtalî yê Urdinê Mothanna Gharaibeh, Serok û Rêvebera Cîbicîkar a Saziya Seed Sherrî Talebanî û Rêveberê Giştî yê Saziya Station li Iraqê Mistefa Dawûd wek axavtvan beşdar bûn.

Herwiha Lêkolînvan li Bernameya Rojhilata Navîn li Navenda Wilsonê Alexander Farley moderatoriya panelê kir.

Mijarên weke zêdebûna bazirganiya dîjîtal û bikaranîna medyaya civakî, û newekheviya derfetên perwerdehiya online,  zêdebûna şîdeta li dijî zayendî û civakê hat nirxandin.

“Di tundûtûjiya online de zêdebûneke dramatîk heye”

Serok û Rêvebera Cîbicîkar a Saziya Seed Sherrî Talebanî, di panelê de hişyarî da ku jin di pêvajoya veguherîna dîjîtal a di civaka Rojhilata Navîn de li paş dimînin.

Sherrî Talebanî xetereyên ku veguherîna dîjîtal bi xwe re tîne destnîşan kir û got, "Tişta ku me dît di tundûtûjiya online de zêdebûneke dramatîk heye ya ku em jê re dibêjin tundiya zayendî ya ku ji aliyê teknolojiyê ve hatî asankirin."

Talebanî bang kir ku tedbîrên zêdetir ji aliyê rayedaran ve bi bikaranîna analîzan û rêbazên dîjîtal ên din ve werin girtin û got, “Em dixwazin li qanûnên parastinê bigerin da ku mirovan ji şîdeta li ser bingeha zayendî biparêzin.”

“Pêwîstî bi hêzeke polîsê dijîtal heye”

Sherrî Talebanî amaje bi wê yekê kir ku Eger hêzeke polîsê dîjîtal tune be, wê demê rewş dê dijwar bibe û got: “Hewceyiya me bi qanûnan nîne ku azadiya xelkê were kontrolkirin, lê pêwîstiya me bi qanûnan e bo parastina xelkê. Ji me re hêzek polîs hewce ye ku xwedî xwendewariyeke baş a dîjîtal be ji bo ku lêkolînê li ser şîdetên dîjîtal bike.”

Bi gotina Sherrî Talebanî “Pêngava yekem ji bo zêdekirina perwerde û hişmendiya dîjîtal divê li dibistanan dest pê bike. We behsa koronayê kir, em dibînin ku nebûna şiyanan bo bikaranîna internetê ji aliyê xelkê kêmderamet ve bû sedem ku di dema qedexeya hatinûçûnê de ji ber coronayê nekarin bi online li ser xwendinê berdewam bin. Ji ber wê em dibînin ku destê hin xelkê nagihêje wan amûran yan nexwendine. Ev dibe sedem ew sûda aborî nebînin yan nekarin sûdê ji derfetên perwerdeyê werbigrin.”

“Şîdeta li ser bingeha zayendî zêde bûye”

Serok û Rêvebera Cîbicîkar a Saziya Seed Sherrî Talebanî herwiha got: “Şîdetên li ser bingeha zayendî bi lez û bez ji online bo nav jiyana rasteqîn belav dibin. Şîdeta li ser bingeha zayendî zêde bûye, tacîz û destavêtin bandor li jinên akademîsyen û siyasî jî kiriye. Rêjeya şîdeta li ser bingeha zayendî gelekî zêde bûye û keç û jin bêtir mexdûr in.”

Talebanî got jî: “Metirsya mezintir, metirsya tundûtujiya onlinê ye, weke hun dizanin, zarokên me û em bi online torên civakî bikar tînin, em dibînin ku tundutujiya onlin zêde bûye ku em navê wê dikin hêsankariya teknolojiyayê bo tundutujiya cênderî. Dibe ku her kes rastî tundutujiya online bibe, lê herî zêde keç û jin dibine armanca vê tundutujiyê.

Em azirandineke zêde li hember keç û jinan dibînin, di hemû astan de, di astê siyasetvanan û kesên akademî de jî van tiştan dibînin ku tundutujiya online dibe tundutujiya rasteqîne, ji ber wê pêdiviya me bi parastina dijî wan metirsyan heye û herweha pêdiviya me bi zêdekirina silametiya bikaranîna înternetê heye.”

“Jin ji bo gihîştina înternetê li paş mêran in”

"Di berdewamiya axaftina xwe de Sherrî Talebanî da zanîn ku jin ji bo gihîştina înternetê %48 li paş mêran in û got: “Derbarê ya ku peywendî bi dijîtal ve ve heye, hin kes hene di van guhertinan de mane, hin kes hene ku destê wan nagihêje ximetguzariyan, yan şiyana wan nîne ku sûdê ji derfetên perwerdeyê werbigrin.  Ev kî ne? Jin %48 kêmtir ji mêran destê wan digihêje internetê, data wê yekê nîşan didin ku ji 100 jinan, 96 ji wan nexwendine ku bikarin internetê bikar bînin, pirînteran bikar bînin yan amûrêrên teknîkî yên din bikar bînin. Ji ber wê em dibînin ku jin di bikaranîna wan pêşkeftinên dîjîtalî de paşde mane.”

Rêveberê Giştî yê Saziya Station li Iraqê Mistefa Dawûd jî diyar kir ku divê li Herêma Kurdistanê û Iraqê di warê bankavaniya dijîtal de gav bêne avêtirin û herwiha diêv ji bo pêşxitina bazirganiya onlibne û wergirtina krediyê jî gav bêne avêtin.

Dawud destnîşan kir ku divê hukûmet bibe garantiyek ji bo ku bazirganan û karsaz bikarin krediyê werbgirin.

Wezîrê berê yê Aboriya Dîjîtalî yê Urdinê Mothanna Gharaibeh jî amaje bi wê yekê kir ku ew her çend welatek biçûk bin jî, di aboriya dîjîtal de pêşkeftinek girîng kiriye û dixwazin tevlî bazarên cîhanê bibin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'