Sido Sidîq
”Bi Mirina Koca Usuf, Nîvê Bedena Amedê ket xwarê!” (Mistefa yê Hazroyî)
Karwanê kurdevînî û welatevînîyê Yusuf Bozarslan, Roja Newrozê, 21ê adarê 2024an li Amedê xatir ji bajarê xwe yê qedîm û xemgîn xwest û ket nav rêwîtîyeke venegerê.
Ji ber ku ew kesekî bejindirêj bû û di nava civata şofêr û esnafan da dihat xuyakirin; xelkê Amedê, leqebnavên ”Koca Yusuf”, ”Usuf Hosta”, ”Yusuf Usta” lêkiribûn. Wî di 1960an da ehlîyeta şofêrîyê sitandîye û dest bi karê şofêrîya kamyonan kirîye. Wî di nava esnafan da wek kesekî dirust û bi pergal cîyekî bawerîyê hiştîye û ji despêkê heta salên orteya 1970yî, bi alîkarîya wan esnafan bûye şirîkê kamyonan. Ji ber ku pereyên birayê min tunebûye; ew ji neçarîyê bûye şirîkên esnafên halxweş ku perên wan hebûne.
Ez bixwe, nimroya 5an im di nava xuşk û birayan da; xuşkeka min zêde nejîyaye û min wê nedîtîye, dervayê wê em çar bira û çar xuşk, tevayî 8 kes bûn. Dê û bav û dapîra min jî di nav da em hemî 11 nufûs bûn.Em malbateke xizan bûn. Birayê min ê mezin û yê pey wî, lihev tên ku yê mezin şagirtîya kamyonê bike û bibe şofêr; yê dî jî here ber kurmamê xwe terzîtîyê (dirûnê) hîn bibe. Karê kê baştir be, birayê dî dê senetê xwe biguherîne. Min ji birayê xwe Yusuf ra tenê ”Kekê” û ”Keko” gotîye. Wî jî ji min ra ”Sido” û ”Sidîq” gotîye.
Jibo Kekê xwe yê mezin amadekirina nivîsarek, gelek zehmet e. Ew ne tenê birayê min ê herî mezin bû; her weha ew jibo min, bavekî û hevalekî bû jî ku derd û kulên xwe, êş û xemgînî û şahîyên xwe, ji min ra parve dikir. Ev zehmetîya min, dê bibe sedemê ku di nivîsarê da wê kêmasî çêbin; di vî derbarî da divê hûn min bibexşînin. Ez wek mewênekî (şagirt) wî ku di betlana havînan da li cem dixebitîm û min tiştên ku jê bihîstibûm, çend ji wan wek anekdotan dinivîsim ku ew hemî dema bên ba hev, mirov dikare resmeke temam bike ku ew dibe resma 55- 60 salên wî yên xebatê. Wekî dî, ez yekî zîrek nînim ku di vî warî da binivîsim. Loma zehmetîya min, digel xeşîmîya min du qat zêde dibe.
Kekê min, piştî ku dibe şofêr û şirîkê kamyonek; gerên wî yên çend bajaran dest pêdike. Wek Batman, Sêêrt, Wan, Mêrdîn, Riha, Anteb, Îskenderûn, Adana, Ankara û Stanbul, çend ji wan bajaran bûn ku ez dikarim rêz bikim. Bi taybetî piştî wan seferan; wî li derdora xwe tiştek dubare dikir: ”Eger em xwedîyê mala xwe û welatê xwe bûna; ev petrola Batmanê dê jibo bajarên me bihatana xerckirin û rîyên bajar û bajarokên me dê bibûna rîyên asfaltkirî. Lê ev petrola Batmanê, hemî jibo bajarên tirk hatine xerckirin. Em heta nebin xwedîyê mala xwe, ev rewşa me ya perîşan û malwêranî dê bidome!”
Sal 1968 e. Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan, çapkirina Mem û Zîn temam kirîye û ew ji Stanbulê tê Amedê û digel pismamê xwe Usuf dipeyîve jibo neqilkirina kitêban bo bajarê Amedê, bê ku haya polês jê çêbe. Kekê Usuf, bê teredut pêşnîyaza Seyda qebûl dike û di nav çend rojan da digihîje Stanbulê û bê qeza û bela Mem û Zîn digihîne Amedê. Wê demê teda û zulma dewletê li ser kurdan hew qas dijwar bûye ku her heyîyên kurdî wek ziman, dîrok, muzik û kitêb qedexe bûne. Loma eger Mem û Zîn di kamyona Kek Usuf da bihata girtin; guman tune bû ku dê qamyon jî bihata firotin û ew jî biketa zindanê. Divê ez li vir bidim xuyakirin ku keda Kek Usuf, bi belavkirina Mem û Zînê sînorkirî nebûye; keda wî di belavkirina Kitêbên Seydayê Bozarslan,”İslamiyet Açısından Şeyhlik Ağalık” 1964, Doğunun Sorunları1966, Hilafet ve Ummetçilik Sorunu 1969, Şerefname Kürd Tarihi, Şeref Xan, 1971, Alfaba Kurdî 1968l, Mervani Kürtleri Tarihi, Ibn´ul Ezrak,1975, Mehabad Kürt Cumhuriyeti, William Aegleton, 1976 da mezin e. Guman tune ku di rêkirin û belavkirina wan kitêban da ked û xizmetên bi sedan şofêr û muawênan çêbûne û jibo belavkirina fikrên neteweevînî û welatevînîyê her yek ji wan qehremanên bênav in ku divê em wan lehengên xwe yên xebatkar bi rêzdarî bibîr bînin û yên ku rehmet kirine, bila rihên wan ên pak di nav gul û gulistanan da bin û yên ku di jîyanê da ne jî em tendurustî û sihetê ji wan ra dixwazin.
Kek Usuf, qet neçûbû mektebên tirk; lê li derve bi îmkanên xwe yên taybetî xwendin û nivîsîna tirkî hîn bûbû û heta ji dest dihat, di wextên xwe yên vala da rojname, kitêb, kovar dixwend. Ew di jîyana xwe da nebû endamekî partîyek. Lê jibo wî mekteb, zanîngeh û akademîya herî bi qîmet û rûmet, ”Zanîngeha Jîyanê” bû ku ji xwe ra kiribû rêbir. Ew zilamekî rastgo bû û ji mirûd û şêxên sîyasî heznedikir. Ji rastîyan ra rast, ji şaşîyan ra jî şaş digot. Jibo wê feraseta wî ez dixwazim çend mîsalên jîyana wî raxim pêşîya we hêjayan:
Di orta salên 1970yan da di nava hin siysetên kurdî da du blokên ideolojik yên navberneteweyî çêbûbû;, alîyêk dewê Sovyetê û alîyek jî Çînê ji xwe ra kiribûn adeta qiblegah. Ew gengeşe û şolên di nav van du blokan da mixabin ku bûbû sedemên xwînrijandinê jî. Ji van kirinan, rojek xwepêşandanek li ber Stasyona Trênê li Amedê çêdibe. Pismamekî me, roja wê hewildanê tê ba kekê û jê demanceyek dixwaze. Kek Usuf, bi awireke tel û tirş li pismamê xwe dinêre û weha dibêje: ”Pismam, Xwedê aqil bide te û birayê min Sido. Hûn jibo Çîn û Rusan şerê hev dikin. Ev şerê we bûye wek şerê du keçelan ku porên wan tunin, lê jibo şeh şerên hev dikin. Nûha jî tu hatî mala min û ji min demance dixwazî ku herî pismamê xwe Sido bikujî; ma ez rast nabêjim!?..” Li ser wê bersivê, pismamê me ji wir diçe der.
Rojek li Amedê xwepêşandaneke protestoyê li dijî Amerika çêdibe. Grubek xort û keç diçin mala Kekê Usuf û wî vedixwînin wê hewildanê. Piştî ku Kek Usuf ji wan hîn dibe ku ew protesto li dijî Amerika ye ku wê here Îraqê; ew dizivire ser grubê û weha dibêje: ”Heywax, ez qet nedifikirîm ku hûn sîyasetê hew qas têxin bin pîyan û qirêj bikin. Gelo hûn hew qas korefam bûne, protestoya we tê wê manayê ku hûn dibêjin ´Bijî Rejima Saddam Huseyîn!´ Ew rejimek e ku sî sal e kurdan dikuje. Ma hûn hew qas bêaqil û bêpergal bûne! Pir heyf e ji we ra ku hûn hatin ketin vî halî! Amerika diçe hukmê Saddam ê xwînxwar xirab dike; ma ev jibo me kurdan ne baş e? Welah ez dibêjim ´Her bijî Amerika!´ Eger hûn bi ya min bikin, neçin nebin şirîkê vê gunehkarîyê û seqetîyê!..” Piştî van gotinên Kek Usuf, grub tiştek nabêje û bi awayeke fedîkar berepaş vedigerin.
Kek Usuf, ji vir çend sal berê dîsa beşdarîya meşeka xwepêşandanê dibe. Piştî karên wan xilas dibe; serekê partîyê dihere ba Kek Usuf û pêşnîyaz dike da ku ew bi trambêla xwe wî heta malê bibe. Li ser wê teklîfê, Kek Usuf weha bersiva wî dide: ”Divê tu bizanibî ku her du pîyên min jî bişkîn, ez bi trambêla serokekî ku serxwebûna miletê min avêtibe ser sergûyê, naçim. Tu û serokên wek te bûne bela serên me. Eger hûn li ser Çemê Dicle bibin pir jî, ez di wê pirê da nameşim ku bizanibim dixeniqim jî!” Piştî wê bersivê, serekê partîyê qet li rûyê Kek Usuf nanêre û berepaşkî diçe ber trambêla xwe.
Ji ber dirêjbûnê ez dixwazim van notan li vir temam bikim û careka dî xatir ji Kekê xwe yê xoşevîst bixwazim. Kekê can, ez dizanim rihê te yê pak, nuha li Dîyarê Warê Muş di nav gul û gulistanê da li Licêya xemgîn û Akroya rengîn dinêre û hêsa dibe. Kekocan, qasî ku ji te hat, te li her derê şitilan ajot û dê ew geş bibin, gul vedin û bibin mêwe. Ji ber ku darên azadîyê bi xwîna gorbihiştan û xweydana xebatkaran şîn dibin. Her çi qas Xoşevîstê Mistefayê Hezroyî bi naverokeka tije gotîye”Nîvê Bedena Amedê ket xwarê!” Xem Mexwe Kekocan, bi ked û xebatên Kek Mistefa û yên wek wî dê valahîya te tije bikin. Ez van hest û daxwazên wan ji nuha ve di rûyên wan da dixwînim.
Îro, 40 rojîya koçbûna Kekê min e. Bi vê munasebetê ji despêkê heta nuha heval û nas û dostên ku em tenê nehiştin, xemgînîya me parve kirin û yên gelek dûr jî bi telefon û mesajên xwe, derdê me parve kirin; sipasîya wan dikin, hûn her hebin, mala we ava!
30.04.2024 Birayê Yusuf Bozarslan Sido/Sidîq