SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da

SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê gundewarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de du welatiyan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku firokeyeke bêfirokevan a ser bi artêşa Tirkiyê îro sêşemê 20ê Cotmeha 2020an nêzîkî gundê Mezrî yê ser bi Dêrikaberavê ya Dêrikê bombebaran kir.

Herwiha hat diyarkirin ku du welatiyan di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane.

Tê destnîşankirin ku bûye demek, gelek firokeyên ser bi artêşa Tirkiyê, li esmanê bajarên rojavayê Kurdistanê difirin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne