Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso, di bernameya "Hevpeyvîn" a Welat TVyê de bû mêvan. Di bernameyê de ku ji aliyê Sebah Mîranî ve hat pêşkêşkirin, Oso eşkere kir ku wan bi Mezlûm Ebdî re civînek pêk aniye.