Silêmanî- 4 kesên din bi Koronayê mirin

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 4 nexweşên bi virusa Koronaya nû COVID-19 li parêzgeha Silêmanîyê koça dawî kirine.

Navenda Nûçeyan - Roja sêşemê 02.06.2020an Wezareta Tenduristîyê di daxuyanîyekê de ragihand, 3 nexweşên bi vîrusa Koronayê li Silêmanîyê û nexweşekî din li qezaya Çemçemalê koça dawî kirin.

Herwiha Wezareta Tenduristîyê da zanîn, nexweşên canê xwe jidest dane, 3 mêr in û temenê wan 75, 58 û 52 sal in û jineke 70 salî ye.

Wezareta Tenduristîyê serxweşî li malbata wan qurbanîyan kir û daxwaz ji welatîyan kir, pabendî tedbîrên  tenduristîyê bibin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e