Silêmanî- Jimareya kuştiyan gihîşt 15 kesan

.

 Ji bin avahiya rûxiyayî ya  bajarê Silêmaniyê, termê sê kesên din di bûyera teqîna sîstema gazê ya maleke taxa Kazîwe de hatin dîtin û hejmara kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 15 kesan.

Malpera Kurdistan24ê eşkere kir, sê termên din ji bin xaniyê rûxayî hatin derxistin û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîş 15 kesan û 12 welatiyên din jî birîndar in.

Herwiha malperê belav kiriye, hejmara birîndarên ku rewşa wan baştir e û ji nexweşxaneyê derketine, pênc kes in û hîn heft kes li nexweşxaneyê ne.

Ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Parêzgarê Silêmaniyê ji ber vê bûyerê, rojek şîna giştî ragihand.

Kurdistan Haberleri

Balyozê Misirê: Li Sûriyeyê gelek amajeyên hêvîbexş hene
Maçeke Amedsporê cara yekem e dê li ser TRT Kurdiyê were weşandin
MABATA: Çîroka tekane gundê Kurdên Elewî yê li Rojavayê Kurdistanê
Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire