Hat ragihandin, li wargeha Lubnan City a bajarê Silêmaniyê jineke bin navê R.Ê agir berda bedena xwe û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da. Polis jî girtina mêrê wê jinê ragehand.
Hat ragihandin jineke temenê wê 26 sal agir berdabû canê xwe û piştî ew gehandin nexwaşxaneyê ji ber birîna wê giran bû jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ew jin çend sale zewiciye, lê ‘’Li gel hevjînê xwe pirsgirêkên wê hebûn û duh ji ber pirsgirêka malbatî, ji hev aciz bûne û rabûne hev, li gor gotinên mêrê wê jinê, wê jinê neft li bedena xwe rêşandiye û xwe şewitandiye. Heta gihandine nexwaşxaneyê jî jiyana xwe ji dest daye.’’
Li aliyekî din, malbata wê jinê dibêjin: ‘’Gumana me ji mêrê wê heye, ji ber wê jî bi biryara dadwer ve, mêrê wê jinê hatiye girtin û lêpirsîna sedem û çawaniya bûyerê berdewam e.’’
Ji aliyê din ve di torên civakî de hin wêne hatin belav kirin ku tê gotin wêneyên wê jinê ye û di wan wêneyan de aşkera dibe ku ew jin pêştir hatiye îşkence kirin.