Silêmanî - Li deriyê sînorî yê Perwîzxanê agir bi tankeran ket: Mirî û birîndar hene

.

Li deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de agir bi tankeran ket, kesekî canê xwe ji dest da.

Li parka tankeran a deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê Silêmaniyê ji ber sedemke nediyar agir bi 12 tankeran ket.

Berdevkê Parastina Sivîlan a Germiyanê Îbrahîm Mihemed li ser agir ji Rûdawê re axivî.

Îbrahîm Mihemed got, "Îro êvarê li parka tankerên sotemeniyê agir bi tankerekê ket û teqiya.

Di encamê de gelek tanker şewitîn."

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê 11 tanker şewitîne.

Herwiha Îbrahîm Mihemed da zanîn, "Ji ber bûyerê kesekî canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn."

Kesê ku canê xwe ji dest daye şofêrê yek ji wan tankeran e.

Tîmên parastina sivîlan ji bo kontrolkirina agir xebatên xwe didomînin.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye