Silêmanî - Otomobîla Berpirsê PDKyê yê Şaxa Kelarê teqiya

.

Otomobîla Berpirsê PDKyê yê Şaxa Kelarê Ekrem Salih li ber deriyê mala wî teqiya.

Otomobîla Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Şaxa Navçeya Kelarê ya Silêmaniyê Ekrem Salih saet 09:50î teqiya û agir pê ket.

Herwiha di encama teqînê de camên hinek malan jî şikiyan.

Li aliyê din, Ekrem Salih diyar kir ku bombeyeke bidestçêkirî ku di nav otomobîlê de hatiye bicîhkirin bûye sedema teqînê.

Ekrem Salih da zanîn ku di teqînê de ti kes ne birîndar bûye ne canê xwe ji dest daye.

Şahidê bûyerê cîranekî Ekrem Salih li ser teqînê ji Rûdawê re axivî û got:

“Ez li malê di xew de bûm. Min ji nişka ve denqekî bihêz bihîst.

Gava ez hatim hewşê min dît ku cam bi mala min ve nemane.

Parçeyên otomobîlê li mala min ketibûn. Teqîneke pir mezin bû.”

Şahidekî din jî diyar kir dema otomobîl di garajê de bû teqiya û piştre pasevanekî Ekrem Salih karibiye otomobîlê derxe derve û piştî ku otomobîlê derxist otomobîl bi temamî şewitî.

Herwiha Berdevkê Parastina sivîlan a Germiyamê jî li ser mijarê ji Rûdawê re got:

Îro danê sibê em çûne cihê bûyerê. Hîn ne diyar e sedema teqînê çi bûye. Em tenê dizanin ku agir hatiye kontrolkirin.”

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye