Silêmanî | Sedema şerê navbera asayîşê û Pêşmerge eşkere bû

.

Sedema şerê ku îro 10ê Sibatê li Silêmaniyê di navbera karmendên asayîşa Silêmaniyê û hêzeke Pêşmerge de rû dabû û tevî birîndarbûna 5 kesan karmendekî asayîşê jiyana xwe ji dest dabû hat eşkerekirin.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Dema wesayîteke hêzên Pêşmerge derbas dibû, şerê devkî di navbera wan de derketiye û bi kêran êrîşî karmendên asayîşê hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro danê sibehê 10ê Sibata 2021ê li rêbendeke Tasluce, dema wesayîteke ser bi hêzên Pêşmerge derbas dibû, di navbera Pêşmerge û karmendên rêbendê de xeletfêmkirinek qewîmiye û bûye şerê devkî û ji aliyê Pêşmergeyan ve bi kêrê êrîşî çend karmendên asayîşê hatiye kirin û karmend hatine birîndarkirin. Mixabin karmendê asayîşa rêbenda Tasluce Şaxewan Ehmed Mehmûd, ji ber giraniya birînê, şehîd bû, pênc karmendên din jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin: “Demildest lijneyek ji bo lêkolînê hat pêkanîn û her du aliyên ku bûne sedema derketina kêşeyê, bi biryara dadwer hatin girtin.”


 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e