Sînemxan Bedirxan bo gotinên Şivan Perwer: Tiştekî, kirêt, nexweş û bê edebî ye!

Keça Mîr Celadet Bedirxan, Sînemxan Bedirxan jî bertek nîşanî gotinên Şivan Perwer da.

Navenda Nûçeyan - Piştî ku malbatên Pêşewa Qazî Muhammed û Şêx Seîd Efendî bertek nîşanî gotinên hunermend Şivan Perwer ên bi sedema nasnavên wan ên ‘Şêx, Qazî, Mîr, Mele…’ biçûkxistina rêberên Kurdan nîşan dan û daxwaza lêborîn xwestinê ji Şivan Perwer kirin, keça Mîr Celadet Bedirxan, Sînemxan Bedirxan jî bertek nîşanî gotinên Şivan Perwer da.

Sînemxan Bedirxan bi rêya PeyamaKurd li ser hevpeyvîna NRT TVyê ya bi Şivan Perwer re ku bixwe jî lê temaşe û guhdar kirîye, wiha dibêje: “Bi mixabinî min ew gotinên Şivan Perwer guhdar kirin ku tiştekî, kirêt, nexweş û bê edebî ye. Divê tiştên ku ne hedê wî bin nebêje. Şivan kî ye ku behsa Qazî Mihemed û Şêx Seîd û yên din dike.”

Keça Mîr Celadet Bedirxan jî wekî malbatên Qazî û Şêx Seîd daxwaza lêborînê ji Şivan Perwer dike û dibêje:

“Ya ji hemîyan çêtir ew e ku bila Şivan lêborîna xwe bixwaze û dengê xwe bibire. Xwe kirîye mirov mixabin. Dema tê li Kurdistanê rûdine, hikûmeta Kurdistanê qedrê wî digire û malê jê re çêdike û her tiştî dide wî. Divê bêje ez li Kurdistanê me û qîmetê didin min, neku biçe behsa xelkê bike.  Haseten li vê dema ku parçeyek Kurdistana me azad e û em li ser erda xwe bi azadî dijîn, zimanê xwe dipeyivin û li bin ala xwe digerin, Şivan efendî radibe van gotinan dike.”

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e