Şingal- Balafirên Tirkiyê otomobîleke PKKê bordûman kirin

.

Balafirên şer ê Tirkiyê otombîleke Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku rêxistina PKKê ya Şingalê li li Şingalê kir armanc û ligor zanyariyan çend kesên di otomobîlê de bûne qurbanî. 

Fermandariya Pêşmerge li Şingalê aşkere kir îro roja yekşemê firokeyeke Tirkiyê otombîleke PKKê bordûman kir û çend kesên di wê otomobîlê de hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Fermandarê Pêşmergeyên Şingal Qasim Şeşo ji BasNewsê re axivî û da zanîn ji ber bordûmana balafirên şer ê Tirkiyê bo ser otomobîleke YBŞê rêxistina çekdarî ya PKKê li Şingalê çend kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Qasim Şeşo da zanîn 3 birîndar bo nexweşxaneya nahiya Sinûnê ya Şingalê hatine veguhestin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne