Şino…Du kolberên din ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin kuştin

.

Du kolberên xelkê Şino û Selmas a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve li navçeya sînorî ya Şino hatin kuştin.

Li gor raporta Komela Mafê Mirovan a Hengaw, duh 18.11.2020ê hêzên çekdar ên Îranê li sînoro Şino ya ser bi eyaleta Urmiyê, gule li hin kolberan berdane û di encamê de di kolberan jiyana xwe ji dest dan.

Yek ji wan kolberan navê wî Hakan Mihemedzade ye û xelkê gundê Krîkan a ser bi bajarokê Kuhsarî ya Selmasê ye. herwaha navê kolberê din jî Wesîm Ferdînzade ye û xelkê gundê Pirdawê ya ser bi Şino ye.

Li gor heman çavkaniyê hêzên çekdarên Îranê bê ku ti agahdariyek kiribin gule li wan kolberan berdane.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne