Siddik Bozarslan
Bi dehsalan e ku sînorên dagirkerên Kurdistanê li ser navê ”parastina sînoran” bi mayînan hatine dorpêçkirin. Bi taybetî xwendoxên bakurî û başurêrojavayî pê dizanin ku mayînên di navbera ”Binxetê” û ”Serxetê” da bûne encamên bûyerên gelek kuştî û birîndarên kurdên xizan. Em pê dizanin ku gelek kurdên xizan ku jibo debara eyalên (malbatên) xwe, di navbera ”Binxetê” û ”Serxetê” da ”qaçaxîya” çay û tutûnê kirine da ku bi çend quruşan zikên zarûkên xwe têr bikin. Lê mixabin di wê ”rîya bazirganî”yê da gelek ji wan xizanan di teqandina mayînan da hatine kuştin û birîndarkirin.
Wer bûye ku yên birîndarbûyî heta dawîya emrê xwe seqet jîyane ku hin ji wan bê mil bûne, hin ji wan pê pî/ling jîyane ku mirov nikare di şertên normal da jibo wan bêje jîyan. Lê wek me di qirkirinên Roboskî û Ozalpê da dît, carna jî li ser navê ”parastina sînor”, bi dehan xortên kurd bi gulebaranê ango bi bombeyên firokeyan hatine kuştin û ev trajedî hê jî berdewam e û heta kurd li ser axa xwe nebin xwedîyê dewleta xwe, ev hovîtî dê berdewam bike.
Min di vê nivîsarê da wek jêrenotek xwest ku çend rêz li ser çinandina mayînên li Kurdistanê wek numûne raxînim ber we xwendoxên hêja. Divê em ji bîr nekin ku mijara mayînên li binxetê û serxetê, bi tena serê xwe dikarin bibin babetên gelek çîrok û romanan û ew cîyê lêkolîneke piralî ye û loma ez li ser vê mijarê bi hûrgilî naxwazim rawestim. Lêkolînerên kurd dikarin li ser vê mijarê kolandineke ilmî bikin.
Piştî ku min van çend rêzên jorîn nivîsîbû, di malpera Rûpela Nû da ez rastê nûçeyek hatim ku jibo min û hemî xwendoxên kurd nûçeyeka rojane (aktuel) ye û ercîyaye ku ev nûçe jibo raya giştî ya evîndarên dayîka nîştîman were pêşkêşkirin. Ji ber ku ev mijar, yanî mijara kuştin û birîndarkirina ”kolberên” ji Rojhelatê Kurdistanê, di medya civakî û ekranên TVan da jî em pir rastê wan tên û loma ew, nûçeyeka rojane ye. Wekî dî, wek hûn di nûçeyê da dibînin, mijara mayinan li Rojhelatê Kurdistanê bi awayên reqem hatine pêşkêşkirin û ev jî rengê wê giringtir dike. Vaye nûçe li jêr e:
2, 7 milyon hektar erdê Rojhilatê Kurdistanê hatine mayînkirin
Li sînorê bajarê Dêhluran ku li ser parêzgeha Îlamê ye, ji ber teqîna mayînekî kesekî jiyana xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûn.
Rêvebirê beşa lezgîn Dêhluran Mistefa Ebas ji malpera Mîhir ra ragîhandîye: ‘’Yek ji wan birîndaran rewşa tenduristiya wî başe, lê yê din herdu lingên wî jêbûne.’’
Îran duyem welat e ku di bin bandora mayînan d ye û bi 16 milyon mayîn ve hatiye dorpêçkirin.
Di 2005an da Saziya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 4ê nîsanê wek ‘’Roja haydarîyên derbarê mayîn û hewildan bo tekoşîna dijî wê’’ da naskirin û yekem car roja 4ê nîsana 2006ê NYê daxwaz ji welatan kir, bi rîya rêxistin û saziyên pêwendîdar bi mayînan ve hewldanên xwe bo tekoşîna li dijî mayîn û teqemeniyan bixin jîyanê.
Li gora kolanên li berdest, Îran li seranserê cîhanê piştî Misrê duyem welat e ku di bin bandora mayînan da ye û 42 hezar kîlometre çargoşeya axa Îranê ji ber şerê Îran û Iraqê hatiye mayînkirin. Herwaha li wî welatî qurbaniyên mayîn û teqemeniyê gelek zêde ne û li hemî navçeyên sînorî yê Îranê 16 milyon mayîn hatine çandin.
Piraniya mayînên hatine çandin li navçeyên sînorê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Li gora karnasê mayînên şer li Îranê Bêhnam Sadiqî tenê li 5 parêzgehên rojavayê Îranê 16 hezar mayînên çandî hene, çar ji wan li Rojhilatê Kurdistanê ne:
Parêzgeha Îlam:1,7 milyon hêktar erd mayînkirî ne. Parêzgeha Kirmanşa: 700 hezar hêktar erd mayînkirî ne.
Parêzgeha Sine: 150 hezar hêktar erd mayînkirî ne.
Parêzgeha Urmiyê: 150 hezar hêktar erd mayînkirî ne.
Li gora amarên Komeleya Mafê Mirovan a (Hengaw) ji nîsana 2020ê heta nîsana 2021ê herî kêm 38 hevwelatî li sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mayîn û teqemeniyên paşmayên şerê 8 salî yê Îran û Iraqê bûne qurbanî. Li gora heman çavkaniyê, di vê heyamê da 10 hevwelatî ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane û 28 hevwelatî jî birîndar bûne. Ev encam, li gora sala borî bi 11 bûyeran %29 zêde bûne. Sala borî 4 hevwelati jiyana xwe ji dest dabûn û 23 jî birîndar bûbûn.
Îran bûye Komara Dardakirinê (Îdamê)
Hengaw: Li Îranê di 6 mehan da 266 kes hatine îdamkirin ku 72ê wan kurd in! 15/07/2024 / Netewe
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê eşkere kir ku di heyama 6 mehên borî da 266 girtî li Îranê hatine îdamkirin.
Li gora Hengawê di 6 mehên yekem yên îsal da 266 girtî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin ku 72 kes ji wan Kurd bûne. Rêjeya girtiyên li nav pêkhateyan wisa ye:
72 kes kurd; 42 kes tirk; 32 kes belûc; 23 kes efxan û 10 kes jin in û yek jî zarûk e. Li gora raporê ji 266 îdaman tenê 21ê wan di medya fermî yên Îranî da hatine belavkirin. Ji sedî 8ê îdaman û ji sedî 92yê wan nehatine belavkirin. Li gora Hengawê sedemên îdaman jî bi vî awayî bûne:
159 îdam: Ji ber tohmeta madeyên hişber / 90 îdam: Ji ber hinceta kuştina bi mebest1 /0 îdam: Ji ber çalakiyên siyasî û dînî / 5 îdam: Ji ber hinceta diziyê / 2 îdam bi hinceta destdirêjiyê.
Par 151 Kurd hatin îdamkirin
Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.
Li gora Hengawê sala 2023yan li Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151ê wan kurd bûn.
Li gora rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan yên welaten da Çîn di rêza yekem û Îran jî di rêza duyem da cî digire