Sîpan Botanê ji Desteya Rêvebir a Dalkurdê got, “Dalkurd hêviya hemû Kurdistaniyan e û paşerojê lîstikvanên Kurd dikarin wekî pîşeger li Ewropayê bilîzin û navê Kurdan bilind bikin."
Tîma Dalkurdê sala 2004an li Swêdê hatiye damezirandin. Hîn çend meh di ser salvegera 20 saliya damezrandina wê re derbas nebûne, rastî pirsgirêkeke mezin a darayî hatiye û metirsî heye ku bi temamî nemîne.
Dalkurd van 20 salan dawî bi wan lîstikên futbolê yên ku kiriye, navê Kurdan xistiye hiş û bîra bi hezaran alîgirên futbolê li seranserê Ewropayê.
Alaya Kurdistanê bi saya Dalkurdê bûye sembola maçên li Swêdê
Alaya Kurdistanê bi saya Dalkurdê bûye sembola lîstika xweşik û astbilind li stadyûmên Swêdê û deverên din. Lê belê dibe ku ji vir û pê ve êdî ala Kurdistanê bi wî rengê berfireh û komî li stadyûman neyê dîtin.
Sîpan Botanê ji Desteya Rêvebir a Dalkurdê li ser vê mijarê bû mêvanê Diyasporayê û ragihand ku rewşa aborî ya yaneyê ne baş e û got:
"Pirsgirêka me çend sal berê dest pê kir, ev jî ji ber ku sermayedarekî destê xwe ji sponsoriya tîma me kişand, ji ber ku ew pereyên ku li tîmê xerc dikir nikaribû sûdê jê bibîne û îflas kir.
Çimkî kesên ku veberhênan sermayedarî îdare dikirin kesên nezan bûn û bûn sedema îflasbûna wî sermayedarî."
Sîpan Botan axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Ji bo çareserkirina pirsgirêkê me name ji sermayedaran û her wiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî şand, da ku ji aliyê maddî ve alîkariya tîmê bikin û ji îflasbûnê biparêzin.
Çimkî tîm hêvî û omîda hemû Kurdistaniyan e û paşerojê lîstikvanên Kurd dikarin wekî pîşeger li Ewropayê bilîzin û navê Kurdan bilind bikin."