Siraç Kirici
Yek bi yek diçin.
Yek bi yek terka me dikin.
Hinek ji wan xatir dixwazin, hinek ji bê ku kes çirok û serpêhatîyên wan zanibe wenda dibin. Osman Tokgöz yek ji wan kesaye ku kes bi jiyan û çiroka wî nizane.
Min di nav dengê tifingan de wî nas kir.
Cara yekemîn min wî di reştarîya şevên Siwêregê de dit.
Wê demê listikek pir mezin dihat listin..Naskirina min û wî jî di wan rojana de bû. Qedera navçeyek dihat guhertin. Di eynî wextê de qedera welatekî jî.
Siwêreg qela şoreşger û kurdperweran bû. Gav bi gav plana lawazkirin û xistina wê navçeyê dihat plankirin. Ji wê rojê de ye bakûrê Kurdistanê nikare bihna xwe bigre.
Ew û hevalên din ji bo xerakirina wê plan û listikê pir xebitîn.
Nebû… qeweta wan têrê nekir.
Destpêkê de me navê hev nizanibû. Rastîyê bixwazin ne hewcebû jî. Ya giring hedef û wêrekîya me bû.
Ji bo piştgirî û pratikê em ji Wêranşehrê çûbûn Siwêregê.
Bi şev me nobetê digirt û yekcarna jî keleşên di destê xwe de diceriband. Piştî nobetê em radiketin…
Şevek wî û hevalên din digotin qey em raketine. Di nav xwe de dipeyivîn. Dengê diyaloga wan wek iro di guhê min de zindî ye. “Siwêreg bûye Filistîn, hevalên me tên perwerdê”
Siwêreg ne bûbû Filistîn lê bûbû qada şer…
Bi gotina wan :,Em çûbûn “Wietnam “û “Filistîna” xwe.
Lê bi ferqekî. ..
Wietnam û Filistin li dijî dagirkerîyê û işxalê şer dikirin..
Me şerê hev dikir..
Bi hatina 12 îlonê û qetilkirina Ferid Uzun plan deşifre bû. Di axeftina me ya vê talîyê her behsa wê dikir.
Bi xwe li Zindana Amedê hat fêmkirin ku ew oparasyon û bûyerana li dijî hêza rêxistIna me û kurdperwerên dilsoz bûn. Me li “Kanli Kuyu” hev naskir li Danimarkayê ji nûve rastî hev hatin.
ji bo panelek ez çubûn Kopenhagenê. Ew ji hatibû…lewra bi proja PAKê êm disa gihanbûn hev.
PAK û PSK di sala 2017an de ji bo piştgirîya referandûma Başûrê Kurdistanê panelek amade kiribûn. Di wê panelê de me bi hev re wan rojana yad kir. Pir êş û zehmetî ditibû.
Di Zindana Amedê de min ji devê kekê Mehmet Cibran gelek tişt di derheqê wî de bihîstibû.
Disa rihê wî şad be Turan Seyfioglu qala wî dikir. Di hevditina me ya vê taliyê kek Osman her behsa tarîxa me ya siyasî dikir. Dildarê doza Kurdistanê bû. Her dilê wî bi eşqa welatê wî re bû.
Cara dawî wexta me sohbet dikir çoş û hêyecana “Kanli Kuyu” li cem wî hebû. Digot “PAK ji bo nivşê me şansê dawî ya rabûna ser piya ye.”Niha malbat, hevrê û hezkirîyên wî hazirîya spartina axê dikin.
Çû…oxir be kek Osman Tokgöz oxir be…Emê ji bo “şansê“te/me yî dawî bi biryardar li dijî dagirkerî tekoşîna xwe ya bê itiaatîya sivîl û legal bidomînin
Tu yê her di tekoşîna me û Azadîya Kurdistanê de bijî!
01.10.2021