Sirri Sakik: Dibe ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê destpê bike

.

Parlementerê berê yê HDPê Sirri Sakik got, di derbarê pirsgirêka Kurd de “eger heye ku pêvajoyeke çareseriyê ya nû çê bibe” û Tirkiye neçar û mehkûmê vê yekê ye.

Li ser axavtina Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê, Mehmet Kaya ku gotibû, dibe ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê destpê bike, Sirri Sakik got “di derbarê vê mijarê de em jî li ser vê agahiyan werdigrin.”

Sirri Sakik da xuyakirin, Tirkiye di pêvajoyeke xerab re derbas dibe û destnîşan kir, bi siyasetê dikarin pirsgirêkan çareser bikin.

Sakik li ser axavtina Serokê MHPê ku tê de banga girtina HDPê kiribû jî bertek nîşan da û ragihand, “Girtina partiyan çareserî nîne, heta niha neh partiyên me hatine girtin, niha jî dibêjin bila partiya dehemîn bê girtin. Ger ku HDP bê girtin û di alfabayê de tîpek jî nemîne, em dê tîpan bistînin û di nav 24 saetan de partiyekê ava bikin û bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe ya siyasî bidomînin. Herî bêtir ew dizanin ku girtina HDPê ne çareserî ye.”

Parlementerê berê yê HDPê bal kişand ser girtina Selahattin Demirtaş û hewlên desthilatê ji bo hiştina wî di zindanê de û ew hewldan weke “fermandayîna bi darazê” bi nav kir. Sirri Sakik da xuyakirin, “Ev çar salin ku selahattin Demirtaş bê îdîanemeyekê di girtîgehê de tê girtin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne