Sîrwan Barzanî: Tu hevahengiyeke Tirkiyê bi Wezareta Pêşmerge re tuneye

.

Serpereştiyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî di derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Mexmûr û Şingalê axiviye û diyar kiriye, tu hevahengiyeke Tirkiyê bi Wezareta Pêşmerge re tuneye û bêyî agahdarî û rizamendiya Iraq û Hevpeymanan, Tirkiye nikare sînor derbas bike û wan êrîşan pêk bîne.

Balafirên şer ên Tirkiyê, şeva borî navçeyên Mexmûr û Şingalê ên Başûrê Kurdistanê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi awayekî hemwext bombebaran kirin.Li ser van êrîşên Tirkiyê Sîrwan Barzanî, dawî pêşhat û liv û tevgera DAIŞê ya li herêmê ji Rûdawê re eşkere kiriye, hejmareke baregehên gerîlayên PKKê li rojhilatê kampa Mexmûrê û 3 xalên serbazî li çiyayê Qereçoxê hene û got: “Xala kontrolê ya kampê û tunelek” jî hatine bombebarankirin.

Li ser ziyanên êrîşên Tirkiyê Sîrwan Barzanî destnîşan kiriye, li gor zanyariyên gihiştine destê wan, 8 kesan can dane û 15 kes jî birîndar bûne lê got: “Em bi dirustî nizanin, çend ji wan ên xalên serbazî yên li çiya (Qereçox) û çend ên baregehên nav kampê ne.”

Serpereştiyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge, derbarê ziyana êrîşên li ser Şingalê jî de eşkere kiriye: “Bi giştî li wan cihên hatine armanckirin 40 qurbanî hene.”

Sîrwan Barzanî herwiha diyar kiriye, ew cihên hatine bombebarankirin, tenê 500 metre ji sengerên artêşa Iraqê û derdora kîlometreyekî ji sengerên Pêşmerge dûr in, lê diyar kir ku tu ziyanek negihiştiye Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.

Sîrwan Barzanî herwiha tekez kiriye ku tu hevahengî di navbera Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê û Wezareta Pêşmerge de tuneye û gotiye: "Em agahdar nînin ka hevahengî li gel Wezareta Berevaniya Iraqê heye yan na, lê egera wê zêde ye ku hebe, ji ber ku hatina wan firokeyan bo nav esmanê Iraqê, bêyî molet karekî hêsan nîne.”

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî di dewama axaftina xwe de ragihandiye, liv û tevgera çekdarên DAIŞê jî li wê herêmê zêde bûye.

Nêzikî 2 hefte berî niha, çekdarên DAIŞê êrîşî zindana Sînaa ya li Hesekê kirin û li gor zanyariyan beşeke terorîstên DAIŞê ji wê zindanê reviyane û hinek ji wan derbasî nav sînorê Iraqê bûne. Sîrwan Barzanî li ser vê mijarê jî eşkere kiriye, tevî ku sînorê Iraqê ji %90 hatiye kontrolkirin “lê dîsa jî hinek cih hene ku bi temamî nehatine kontrolkirin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir