Siûdîyê operasyon weke 'êrîşên dijminkarî' bi nav kir

Siûdîyê operasyonên Tirkîyê û Îranê weke 'êrîşên dijminkarî' bi nav kir

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Rûdawê Siûdîyê destwerdana serbazî ya Tirkîyê û Îranê bo ser axa Iraqê weke "binpêkirina serwerîya Iraqê" û "êrîşên dijminkarî" bi nav kir û piştgirîya xwe bo Iraqê ragihand.

Wezareta Derve ya Siûdîyê derbarê êrîşên esmanî û bajhî yên Tirkîyê û Îranê bo ser axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê bertek nîşan da û di daxuyanîyekê de, destwerdana serbazî ya Tirkîyê û Îranê bo ser axa Iraqê şermezar kir.

Di daxuyanîyê de, destwerdanên serbazî yên Tirkîyê û Îranê bo ser axa Iraqê weke "binpêkirina serwerîya Iraqê" û "êrîşên dijminkarî" hatine binavkirin û hatîye gotin, ew êrîşên Tirkîyê û Îranê yên li ser axa Iraqê li dijî hemû yasa û prensîpên  navdewletî ne.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e