Di çarçoveya turneya cîhanî ya 50 saliya hunerê xwe de, Şivan Perwer di 23yê hezîranê de li Parîsê, hola şanoyê ya tarîxî Folies Bergere de, derket ser sahnê û konser da. Salona ku kapasîteya wê 1700 kes û li ser du qatan bû, ji Kurdên Parîsê û mêvanên Fransiz bi dev re bû.
Hunermendê navdar bi performansa xwe ya weke hergav, bi deng û muzîka xwe bînerên xwe gah mest kirin, birin deşt û zozanên Kurdistanê, gah rakirin ser piyan xistin govendê. Salona navdar a Folies Bergere ji ber govend û dîlanên kurdî hejiya û bi şîara « Bimre koledar, bijî Kurdistan ! » xûmxûmî. Heskirên Şivan perwer, biçûk û mezin derketin ser sahnê gul danê û xwestin wî himêz bikin.
Weke tê zanîn Şivan Perwer netenê bi muzîka xwe ciyê xwe di dilê her kurdekî de çêkiriye. Wî muzîka klasîk a kurdî nûjen kiriye, di demeke ku zimanê kurdî û muzîka kurdî qedexe bû de bi israr bi kurdî sitrandiye. Bi piranî helbestên hozanê nemir Cegerxwîn ên ku hest û giyanê kurdayetiyê bihêz dikin beste kirine. Ji ber ku li her çar beşên Kurdistanê tê guharî kirin û di dilê her Kurdekî de cîh girtiye weke bilbilê Kurdistanê te binav kirin. Her wiha Zanîngeha Selehedîn a Hewlêrê ji bo xebata wî ya muzîkê ew Doktoraya rûmetê xelat kiriye û di nav gel de bi navê Dr. Şivan jî tê nasîn.
BBC di reportajeke xwe de dibêje ku piştî darbeya 80-yî ya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, generalên ku dest danîne ser îdarê di civîneke de ji bo « çareserkirina » pirsa kurdî, gazî serokwezîrê wê demê Suleyman Demirel dikin û alîkariyê jê dixwazin. Ew jî dibêje, ji min re wî xortê ku sitranên kurdî dibêje bigrin bînin. Ji ber vê Şivan Perwer naçar dimên derdikeve tê Ewropa û muzîka kurdî li wir jî belav dike ji bo vê jî gelek xelatên naneteweyî girtine.
Ji sihî bêtir kaset û CDyên wî hene, ji gelek fîlman re muzîk çekiriye û gelek muzîzyenên piştî wî di bin tesîra deng û muzîka wî de mane. Dema ku muzîka wî qedexe bû, kaset û CDyên wî binehînî belav dibûn û ji ber wan gelek kes hatine girtin û bi mehan di zindanê de mane. Stîla wî pirenge e, ji stîla klasîk, folklorîk, gelerî ber bi ya protestê ve diguhere.
Di 1991ê de di weşana zindî ya “ Simple Truth” de, bi hunermendên navdar ên weke Peter Gabriel, Sting, Paul Simon, Tom Jones, Gipsy Kings re derdikeve ser sahnê. Weke tê zanîn ev konser, piştî şerê kendavê ji bo piştgiriya başûrê Kurdistanê hatibû organîze kirin û hatiniya wê ji hîbeyî Kurdên ku ji ber rejima Sedam reviyabûn hatibû kirin.
Wî di 2004ê de jî, weqfek bi navê Weqfa çandî ya Kurdî ya Şivan Perwer li Frankfurtê ava kiriye, di 2007ê de jî veguhastiye Bonnê û li wir xebata xwe didomîne. Di 2004ê de xelata « Grand Prix du Disque » ya Académie Charles Cros li Fransayê girtiye.
Biyografiyên wî ji alî Abdullah İncekan - Efsaneya Zindi - İstanbul 2012 û Salihe Kevirbiri - Bir Dünya Ozanı Şivan Perwer – 2005ê de hatine çap kirin.
Albumên wî ; Govenda Azadîxwazan (1975), Hevalê Bar Giranim (1976), Herne Pêş (1977), Ey Ferat (1978), Kîne Em (1979), Hay Dil (1980), Gele Min Rabe (1981), Agiri (1982), Bilbilo / Ferzê (1983), Dotmam (1985), Lê Dîlberê (1986), Helebçe (1988), Xewna Min / Dr.Qasimlo (1991), Zembîlfiroş (1992), Ya Star (1995), Nazê (1996), Hêviya Te (1999), Roj û Heyv (2000), Sarê (2001), Helbestên bijartî yên 1 /Kirîvê (2002), Helbestên bijartî yên 2/Klasîk (2003), Helbestên Bijarti yên 3 (2004), Min bêriya te kiriye (2004), Diwana Şivan Perwer (2005), Destana Rojava (2011) û Şivanname/Gazind (2013).
Şivan Perwer bi eslê xwe ji Midyatê ye, dema biçûk bûye malbata wî koçberî Sêwrekê bûye.
Yaqûb Karademir / Rûpela nû Paris