Şivanekî Kurd li Sîdekanê hat kuştin

Di bombebarana Tirkîyê de şivanekî Kurd li Sîdekanê hat kuştin

Navenda Nûçeyan - Rêveberê bajarokê Sîdekanê ragiahnd, di bombebarana balafirên Tirkîyê de bo ser devera Xinêre, welatîyekî Kurd ku şivantî dikir, hatîye kuştin.

Roja Çarşemê 17ê Hezîranê, balafirên cengî yên Tirkîyê devera Xinêre ya ser bi bajarokê Sîdekanê li sînorê parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

Li gor agahîyan, bombebarana devera Xinêre di saet 11:00 de bûye. Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarana balfirên Tirkîyê de kesek hatîye kuştin ku şivan bûye.

Îhsan Çelebî got, navê wî şivanî Ebas Mexdîd e û 30 salî bûye û xelkê bajarokê Herîrê ye. Bi gotina Çelebî, ew şivan mijûlî çêrandina pezên xwe bûye, ku balafira cengî ya Tirkîyê nêzîkî wî bombebaran kirîye û di encamê de canê xwe ji dest daye.

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê ji Rûdawê re da xuyakirin, ku tevahîya laşê wî şivanî şewitîye.

Îhsan Çelebî destnîşan kir, ji ber ku şivan ji duh ve nevegerîyabû gund û îro jî pez bo bêrîyê nehatibû nêzîkî gund, hejmarek gundî di ber pezên xwe û şivan de diçin û li bilindahîyên derdora gund, termê şivan dibînin ku di bombebaranê de bi tevahî şewitîye.

Di nava wan 3 rojên dawîyê de Tirkîyê û Îranê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran kirine.

Di du rojên bihorî de Îranê, bilindahîyên gundê Alane ya ser bi bajarokê Hacî omeranê topbaran kirîye. Her duh gundeîyekê heman gundî dîmenên topbarankirina gund ji alîyê Îranê ve, ji Rûdawê re şand û ragihand, di 15 xûlekan de 10 gulleyên topê li bilindahîyên derdora gund ketin, lê ti zirarên canî jê çênebûn.

Hevdem li gel topbarana deverê ji alîyê Îranê ve, balafirên cengî yên Tirkîyê jî li esmanê deverê difirîyan û çend cih bombebaran kiribûn.

Li alîyekê din, Tirkîyê şeva Duşemê operasyoneke esmanî bo ser pêgehên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi navê operasyona Çengê Baz pêk anî, ku Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand, di wê operasyonê de wan 81 pêgeh PKKê li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.

Herwiha roja Çarşemê jî Tirkîyê operasyoneke bejayî bi navê Çengê Piling li nav axa Başûrê Kurdistanê dest pê kir, ku li gor daxuyanîya Wezareta Berevanîya Tirkîyê, wan bi rêya helîkopteran hêzên xwe li devera Heftenînê peya kirine.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!