Sîwaneke Netewî-Demokrat…
Li Bakurê Kurdistanê gelek komik, rêxistin û partî hene ku siyaseta xwe weke netewî- demokrat pênase dikin. Dikin, lê em dizanin ku pêwistiyên vê xetê jî baş bicîh nayînin. Heta nûha jî, bi vê helwesta şelûlî xwe xapandine, alîgirê xwe xapandine, dilxwazên xwe xapandine. Rê û çareserîyên bi rêkûpêk nişanî hevalbendên xwe nedane. Li miqabilî vê şelûlîyê ez jî dibêjim; divê ev xeta netewi-demokrat baş zelal bibe û li Bakurê Kurdistanê bibe alternatifeke şênber! Bibe hêviyek berbiçav di nava Kurdan de. Em dizanin ku heta nûha ev xeta ku gelek mirovê Kurd nasnamaya xwe ya siyasî pê tînin ziman, bi erka xwe ya netewî û siyasî ranebûye ser piyan û nebûye xwedîyê girseyîyeke gelerî.
Beriya her tişt ev kêmasi, kêmasiya mirovên ku xwe weke netewî-demokrat didin nişandan e. Ew het heta nûha nebûye bersiv ji rewşê re û çareserî jî pêşkêşî Kurdên Bakur nekirine.
Eşkereye ku xeta netewî- demokrat ji ber gelek pirsgirêkên navxweyî li Bakurê Welêt qet bihêz nebûye. Ji ber gelek sedeman ev xet qels maye. Hemû kes jî ji be rewşa ku heye, li gora pratik û dêrûniya xwe hinekan tawanbar dikin. “Ez baş im û yên din xerab in” dibêjin. Lê ji bîra dikin ku, em hemû bihevre xerab dibin! Em hevre ji derb dikevin. Di vê tevgirêdanê de em pêwistîyên xwe yên dîrokî, netewî û civakî nayînin cîh. Weke tevger em nebûne pêşengê civaka xwe û me roleke netewî jî neleyîstiye.
Hîna jî bi evîndarî, bi dilgermî, bi çoş em bûyera herdu Seîdan nîqaş dikin! Em jibîr dikin ku xeta netewî- demokrat bi bûyera herdû Seîdan şikestin xwar û ji me re bû weke mirateyeke tarvmatîk. Her kes jî li gora pêşdarazînên xwe jî aliyekî tawanbar dike. Tiştên ku hemû kes dizanın dubare dike. Vê tawanbar kirinê ji, bêyî dane û zanebûnên bêalî em her sal dubare dikin û tu zanebûnên nû jî li ve bûyera malkambax zêde nakin!
Em baş dizanin ku mîrata ku xeta netewî- demokrat li ser ava bûye ji hêla fikrî û program de ne baş zelal e. Ev xet li Bakurê Kurdistanê kûr nebûye, felsefî nebûye, di civaka me de goşt negirtiye. Rêha xwe bernedaye nava civaka Kurdan. Xeta netewî-demokrat, ji ber pirsgirêkên navxweyî qûrmiçi maye. Ev qûrmiçandin hîna berdewam dike. Xeta netewî- demokrat aligir û dilxwazên xwe di asteke ku pêwistî pê heye bi rêxistin nekirine. Ezezitî û nekirkêri ketiyê asteke gelek bilind. Ne xeta netewayetî û ne jî xeta demokrat hîna jî xwe li gora dema modern baş nikare pênase bike. Zexeliyeke mental heye, zûwabûneke fikrî heye, qerimandineke siyasî heye. Ya helî giring jî teorî û pratika netewî-demokrat heta nûha li hevdû nebanîyaye.
Lê em dibînin ku komik û partîyên ku li ser mirata netewî- demokrat formata xwe girtine heta nûha yêkrêz jî nebûne. Her ku diçe hejmara van rêxistin û komikan jî zêde dibe. Hemû bi hevdû re dibêjin; deriyê me ji hemû kesan re vekirîye! Hemû bihev re dibêjin; em li ser rêbaza Barzanî siyasetê dikin! Ûhw…
Ne tenê ew lê îro li Bakurê Kurdistanê xaltika Hefso û xalê Miho jî van gotinan li her deverê û di her rewşê de dubare dikin! Lê encam jî gelekî beloq û mekroh li miqabilî me rawestiya ye! Encamê ku heye henekê xwe bi me dike: dibêje; ma ez xweşikim ya hûn?!
Di pratika siyasetê de mirov baş dibine ku ji rêbaza Barzanî bêtir, komik û partîyên me weke dikên elokan li derdora xwe dizîvirin û ji şexsê xwe re dixebitin. An ji qet naxebitin! Hema hene û hew! Dibêjin; bila biçûk be, bila ji min re be! Bila ez serok bin, bila kes bidûv min de neye, serokatiya min ji min re bes e! Ya giring ku ez div ê navê re serok bim, ev ji min re bes e, bila navê serok li min bê kirin, ji derveyî vê rastîyê siyaset ne gelekî giring e. Di vê navê re xeta netewî- demokrat qels e, xurt e, bi rêkûpêk e, alternatif e, xwedî hêz e an na, ji bona siyaseta min ne ewqasî giring e. Ez tenê serokê xwe bim, ji bona min bes e! Ji bona ku vê rewşa malkambax biparêzin jî çend şelaf û nekirkêran li dora xwe vedihewînin û karê betalan dikin! Bê hempa pesnê hevdû didin. Xwe li ber baranê bila sebeb şil dikin!..
Ez dibêjim; divê xeta netewî- demokrat xwe ji vê rewşa malkambax demildest azad bike. Mirovên xêrxwaz hilbet wê bipirsin; çawa gelo? Ez ji dil û can dibêjim; pêşî divê em hemû bi hevre vê rastiya ku heye qebûl bikin, vê rastiyê di nava hinavên xwe de biserifînin û dûra jî li ser çareser kirina rewşê dengê xwe bi hevre bilind bikin.
Di vê mijarê de em hewcedarê hemû dengan e!
Bi raya min divê em bi hevdû re sîwaneke netewî-demokrat ava bikin. Ew sîwan an jî avanî divê li ser minîmûm nirx (otonomî, federasyon, mafê ziman, nasnama, kultur) û daxwazên netewî– demokratik were cem hevdû û prensîbên demokratik ji xwe re bike bingeh. Di nava xwe de demokrat be. Bahwerî divê bi karê kolektif, organ û saziyan were. Siyaseta netewî- demokrat divê li ser vî esasî bê meşandin. Ez dibêjim; Divê xeta netewî - demokrat bibe bajarî û entelektuel. Nirxên demokrasî, demokratîkbûn, demokratîze kirin, rêbaz û helwestên siyasî divê li gora mafê gerdûnî bireve biçin. Divê em bi raman û nirxên hemdemî re entegre bibin. Em bi hevre bibin dinyayî.
Hemû kesên ku xwe di warê siyasî de li ser xeta Barzanî pênase dike, xwe weke netewî- demokrat dide nasandin divê di nava vê tevgerê de cihê xwe bigire. Em dizanin ku xeta Barzanî xeta dirustiyê ye, dildariyê ye û fedakariya netewî ye. Beriya her tiştî weke kes divê mirov tıxubên xwe yên şexsî derbas bike, ji kozikên xwe derkeve, ango bibe netewî û gerdûnî. Her kes li gora keda xwe, li gora jêhatbûna xwe, li gora taybetmendiyên xwe divê xwe ji bona vî karî amade bike. Tu kesayetî, komik, partî, rêxistin bila li derveyî vê xebatê nemînin. Hemû karên me bila şefaf û eşkere bi rêve biçin û em tu kesan, partîyan û komikên ku eşkere li ser xeta Barzanî ne û di nava helwesteke netewî-demokrat de siyasetê dikin jî destheramo nekin. Divê helwesta me himbêzkar be, dostane be, durist be, germ be û Kurdperwer be!
Gotinek bav û kalan heye, dibêje;
“Ê ku nebêje û bike, şer e!
Ê ku bêje û bike, mêr e!
Ê ku bêje û neke, nekirkêr e!”
Veca em çi bikin, em ew in!