Şiyar bin gelî nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Kurd!!!

Bubê Eser

Bûbê Eser

Gelî nivîskar, hunermend, siyasetmedar û hemî bîrewirên Kurdistanî. Welatê me kurdistana şêrîn di rewşeke xerab de ye. Mirovên me di metirsiyeke mezin de dijîn û bi vê tirsê mane bêdeng. Loma divê em bi hunera xwe, bi pênûsa xwe, bi deng û awazên xwe, bi siyaset û bîreweriyên xwe pîbarî gelê xwe ve rabin da ku bi temamî ji qudûm û ji desthilat nekeve. Divê neyê ji bîr kirin ku rol û erkên rewşenbîran gelek e. Pêwîste em jî di vê rewşa xerab de, bi erkê xwe ve rabin…

Her gotineke me wê şevreşa gel tê de dijî ronî bike, her nivîseke me wê metirsiya gelê me têde dijî, nerm bike an rake. Her hunereke me, dê bibe qawet da ku gel li xwe vegere û ji bona bijî û tune nebe, çi lazim be wê bike.

Di rewşeke weha de tenha kar û bar dimîne li ser milên, nivîskar, siyasetmedar û hemî rewşenbîrên kurdistanî. Di vê rewşa kambax de heger em jî erkên xwe neynin cih, em ê hemî bi hevre wenda bikin.

Lê em baş dizanin ku niha di destê gelek nivîskarên me de, qelemeke tûj ango li pêşberî wan kompîtorek rind ku bikaribe başiyê ji bona gelê xwe binivîsîne û şevreşa wî ronî bike û bide zanîn, heye. Di mejiyê gelek ronakbîrên me de, fikir û ramanên ku mirov çawa bi pêş dikeve û welatê xwe azad dike û dide zanîn, heye. Di nerîn û dîtina siyasetmedarên me de damezrandina dewleteke kurdî ji roja ewilde cih girtiye.

Her dengekekî ozanên me, her nivîsa nivîskarekî me, her gotina siyasetmedarekî me û her nerîn û  dîtinên salmezinên me dikare di vê rewşa xerab de bibe findek ji bona ronahiya gel. Ev jî bi rêya civandina wan, di bin sîwaneke neteweyî de, dibe.

Heger em vana di bin konekî neteweyî de bikin yek û wan bighêjînin hev. Heger rê vebe ku herkes bikaribe tiştên difikirin bêjin, aha wê demê welat jî azad dibe. Ji bona vê jî konekî neteweyî, eniyeke niştîmanî ji me kurdên bakurê Kurdistanê re lazim e.

Loma jî niha weke gelek caran, kar û bar ketiya an di hustiyên wan kesên min bi nav kirine, deye. Divê ew ji bîr nekin ku ev erkekî  niştîmanî, wazîfeyeke welatparêzî ye ku divê em bînin cih. Pêkanîna wê jî bi demezrandina eniyeke neteweyî, serokatiyeke ciwan, zane û bîrewir dibe.

Em ew kesên sal mezin, bi tecrubeyên xwe, bibin rê nîşandina ciwanên xwe, da ku ew jî bibin pêşevanê gel. Divê em ketin û rabûnên xwe, yên bi salan bidin ciwanên xwe da ku ew wan ji xwe re bikin rehber da ku bibin zane û rêberê gelê xwe. Heger em weke sal mezinên civata xwe, vî erkê xwe bi hevre pêk bînin, aha wê demê dê azadiya welatê me, Kurdistana şêrîn jî nêzîk bibe.

Xebat li hevkirinê û bi xweşbîniyê dibe. Xebat ji dil û bi durustî pêk tê. Xebat bi serpereştiya ciwanên çalak û bê tirs diherike.

 

 

Bê deng nebînin!!!

Binivîsînin, bistirên, bêjin, bilorînin da ku gel bi temamî ranezê. Bi wî dengê xwe, bi wî awaz xwe, her di guhê gelê xwe di bistrê. Ev kar jî bi yekîtiya gel, bi hevkariya hêzên neteweyî pêk tê.

Ji ber vê, pêwîste em binivîsînin. Bi siyaset û nerîna xwe ya di berjewendiya gel de ye biqêrîn,  da ku ew jî şiyar bibe. Bi saya hewldanên me tevan, gel jî bikaribe xwe ji vê nexweşiya bêdengiyê xelas bike. Niha dagirkerên me bi her rê û olaxan kar dikin ku bi rêya vê bêdengiyê, gelê me bi temamî tune bike.

Niha erkê mezin, berpirsiyariya niştîmanî li ser milê me hemiyan e. Heger em vê neynên cih, gelo em ê  çawa bibin nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedarên gelê xwe. Heger di vê roja ku zimanê me li ber tunebûnê ye, welatê me wêran dibe, pîbarî gelê xwe ranebin, ma hebûna me ji bona çiye?

Di her dewr û deman de hin divê bi erkên xwe ve rabin. Lê îro erkê mezin, karê giran ketiye hustiyê me salmezinan. Em jî xwe bê dengê bikin, nestirên, nenivîsînin û nebêjin, ma em ê çawa gelê xwe ji nava vê tirsa mirinê û bêdengiyê xilas bikin.

Gel nezane û niha berjewendiyên şexsî li pêş e. Gel li hember vê tofan û felaketana dê çawa xwe biparêze, nizane. Eva bû zêdeyî sî  salan ku gelê me li bendê ye ku hin ji wan re rêya xwe azadkirinê vekin. Niha Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ev bar daye ser milên xwe. Helbet ew ê tenê nikaribe ji bin vî barê giran derkev e. Lê PWK di vê şevreşê de çirûskek pêxist, divê êdî her şevekê hin çirûskên din jî pêkevin. Da ku şevreşa gelê me rohnî bibe. Rêya vê jî di eniyeke neteweyî û kurdistanî re derbas dibe.

Ji ber vê ye ku dibêjim, pêwîst e, hin vê bêdengî û ji hev belavbûna tevger û partiyên gel rakin. Heger ev bêdengî weha bidome, em ê qira gelê xwe bînin. Bê ku wext derbas bibe, divê herkes kumê xwe deyne ber xwe û bifikirin. Heger em weke kurd hêzên xwe nekin yek, em ê ji binî de wenda bikin ku heta sed salekî din ku kurd bimîne, em ê her kole û bindest bin.

Vekirina vê rêyê niha di destê me yên ku min bi nav kirin de ye. Heger em jî xwe di bin sîwaneke ku bikaribe gelê xwe ji tava no, ango agirê pêketiye û welatê me dişewitîne, neparêze, hêzên xwe nekin yek, em ê tu kes bi sernekevin. Heger em hemî dengê xwe, rengê xwe, siyaseta xwe, qêrîn û hawara xwe di bin konekî neteweyî de bicivînin, dibe ku em bibin sedema gelê me bi temamî têk nere û ji nivşê pêş re hebûnekê û avahiyekê bihêlin.

Divê em niha ji her demê bêtir çalak bin, xwedî huner û gotina xwe ya ji bona gelê xwe bin. Divê di vê rewşa kambax de, di her warî de û li her cihî hazir bin. Xweşbîn û li hev bin. Nakokiyên sî, çel, salan ji nava xwe bavêjin. Ji ber sedema nekokiyên nava me û ne li hevbûna me, ya girîng kêmasiya eniyeke neteweyî, roj bi roj em hemî bi hevre wenda dikin.

Ji bona vê dibêjim; gelî nivîskarên me, hunermend, rewşebîr û siyasetmedarên kurdistanî, rabin ser xwe, rêya azadî û xelasiyê ji gelê xwe re bi hevre û li ser asasekî neteweyî bêjin û vekin. Îro di vê rêyê de PWK gavek avêt, pêşî li hin nakokiyan girt û kesên berê heval û rêhevalên hevbûn, niha di bin konê PWK de kirî ye yek. Lê ev têr nake û divê êdî em herkes erk û berpirsiyariyên xwe yên niştîmanî bizanibin û bînjn cih. Ew jî bi rêya xebata bi hevre û pêşî li ciwanan vekirinê dibe.

Partî an rêxistineke têk here û nemîne, hinên din karên bêne damezirandin. Lê heger welat têk çû êdî tu jî namîne. Ji bona tu bijî û hebe divê tu yek be. Wekî din tu rê tune ne. ”Ya Kurdistan û ya neman”. Îcar hûn kîjanê hildibijêrin bi kêfa xwe ne…

Sala nû li gelê xwe, li heval û rêhevalên xwe pîroz dikim.