Siyaseta Nerast, Sebebê Wundakirinê ye!

Şeyhmus Ozzengîn

Demek dirêj li ser hêzên muhalefeta Rojavayê Kurdistan û beşdarbûna vê  hêza ji bona parastina Rojavayê Kurdistan dan û standin, guftûgo meşiyan.

Berpirsên Amerîka û Başûrê Kurdistan ketin navbênê. Mixabin pirsgirêk çareser nebû. PYD bi israr nehişt ku tu hêzek din ya Kurdan di Rojavayê Kurdistan de, di parastina Rojavayê Kurdistan de cîhê xwe bigire. Ev hesab ne Kurdistanî bû, îdeolojî û hizbî bû.

Ev hewldana Amerîka û Başûrê Kurdistan ew bû ku hêzên Kurdan bibin yek û di şerê rizgarkirina Kembera Fırat de rolekî hevpar bilîzin. Bi rizgarkirina Carablûsê re pirsgirêkên ku derkevin çareser bikin; ku Efrîn jî bi Rojavayê Kurdistan ve bêt girêdan û hemû axa Rojavayê Kurdistan rizgar bibe û li ser vê axê parastina "ji bona kurdan statûyek siyasî" bêt şîrovê. Lê PYD bi israr xwe ji vê hewldanê dûr sekinand û helwesta "parastina yekitîya Sûrîye" û programek ji rûhê netewî dûr" kir armanc ji xwe re. Ji dêlva Rojavayê Kurdistan, stratejî ya  "rojava û bakurê Surîye" bikar anî. Xwe ji Kurd û Kurdistanîyan dûr xist û "yekitîya Gelan" jê re cazîbtir hat(!) Ev di eslê xwe de îdeolojî ya PKK bi xwe bû.

Piştî ku PYD bi israr li dijî wî pîlanî derket û pêk nehat; Amerîka hewl da xwe û avakirina "Hêzên Demokratîk yên Sûrîye" da ber xwe. Pêşniyarî ji PYD re jî çû û PYD ku bi Kurdan re avakirina êniya şer red dikir, bi van hêzên Ereban re ev pîlan pejirand(!)

Di virde ji bona vî pîlanî PYD, ji bona ku Kembera Firat jî daxîlî axa Kurdistan bibe, asteng derxist û bû sebebê ku hidûdê Kurdistan li Kobanê bidawê bibe(!) "Çîroka Carablûs" bi avakirina vê ênîya "Hêzên Demokratîk yên Sûrîye" re ket nav avê. Pîlana Minbic vek gepekê avêtin ber PYD û PYD jî wek birçiyekî xwe avêt ser "rizgarkirina Minbic". Lê nizanîbû ku rizgarkirina minbic, wendakirina rizgarkirina Carablûs bi xwe. PYD, enerjî û sansasyona ku ji bona Minbic bi kar anî, di wenda kirin a Carablûsê de bikar neanî. Ji ben ku ji PYD re a grîng ne rizgarkirina axa Kurdistan, mixabin parastina Surîyek demokratîk bû. Enîya Ereban ku di nav de cîh girtîye û redkirina enîyek kurd û Kurdistanî jî ev stratejî bi xwe ye.

Niha Amerîka li gel Tirkîye di guft û go ya Kembera firatê de ye. Bi civîna G 20 an li Tirkîye û bûyera Parîs, avêtina çen guleyên topan û teqandina Dilok (Antep) re têkiliyên Tirkan û Amerîka di derheqa Rojavayê Kurdistan de gihîşt encamek din(!) Amerîka di vê daxwaza tirkan de nerm bû û razî bû ku bi Tirkan re vê herêma Kembera Firatê "rizgar bike ji hêzên DAİŞ".Lê di eslê xwe de ev ne rizgarkirina Carablûs ji destê DAİŞ, destguhertinek bû. Berî bi demekê, çekdarên DAİŞ cilên xwe guhertin û derbasî tirkîye bibûn. Niha Tirkan, bi merasima avêtina çend guleyên topan re, dever teslîmî dostên xwe kirin. Ev herêm, herêmek stratejîk e û Kurdistan bi Derya Spî ve girê dide û wek sirtekî dikeve nav xaka Bakûrê Kurdistan. Tirk naxwazin ku ev herêm di destê Kurdan keve.

Eger ku PYD Eniyek Kurdistanî li Rojavayê Kurdistan qebûl bikira û dev ji wê siyaseta xwe a totalîter berda bûna, hêzên çekdar di bin ewlekariya "Hêza Rojavayê Kurdistan" de daxilî şer bibûna, ev pîlan a ku niha tirkan xistîye pêvajokê, zû bi zû nedihat holê.

Dema ku Hêzên Navnetewî mesajên "bila Kurd pirsgirêkên nav xwe çareserbikin û bi daxwazên xwe re derkevin qadê" didan; PYD mesajên ku ji hêzên navnetewî dihatin rast nedixwendin. Ji ber ku stratejîyek PYD a avakirina siyasetek netewî, herêmek Kurd û Kurdistanî tune bû. Mejû hizbî, berjewendî hizbî û îdeolojîye. Ji karesatên kurd û Kurdistanî dûr e.

Ev helwesta PYD ji terefên ronakbîr û siyasetmedarên Kurd ve nehat şîrovekirin(!) Qederê 15 rojan e ku li Rojavayê Kurdistan muhalefeta Rojavayê Kurdistan di çalakiyên medenî deye li dijî helwesta PYD. Hêzên asayîşa PYD li henber van çalakiyan sert helwest girt, êrîş kir û Pir girtin çêbûn.

Lê hêzên muhalefeta Rojavayê Kurdistan bi civîn û dan û standinan van çalakiyên xwe didomînin. Wusa xuya dike, bêyî ku şer di navbera wan û Hêzên asayîşa PYD de derkeve, an jî bidin berçavên xwe, tu çareyên ku bikaribin hêzên xwe yên çekdar (Pêşmergên Rojê) derbasî Rojavayê Kurdistan bikin nayê dîtin.

PYD ji doh de amadeye ku Carablûs û derdora Firatê teslîmî hêzên pozîsyona Sûrîye yê ku bi Tirkan û bi meramên tirkan yên bi qirêj ve têkildare bike. Tenê şer ne çareserî ye. Hêzak di qada şerr de dikare bibe qahreman, lê berhevkirina bidestxistinên siyasî tiştek dine. Esas serkevtin di virde ye. Heger PYD wêrektîya leşkerî, bi serkevtinên siyasî re bidest nexe, ew wê bibe sebebê wenda kirinê!

Berpirsên partî û rêxistinên muhalefeta Rojavayê Kurdistan hewl didin xwe ku carek din bi Qandîl û Başûrê Kurdistan re têkevin dan û standinan û li çareserkirinê bigerin...

Lê wusa xuyaye ku Rojavayê Kurdistan hidûdê xwe ji Kobanê bidawî kir û ji Kobanê heta Efrîn wê bibe axek di bin parastina hêzên Opozisyona Surîye yên ku bi tirkan re têkildar in. Ev jî qezenca tirkan î di van rojên borî de ku bi Îran, Rusîya û bi Sûrîye re meşandine. Ji ber ku PYD, siyaseta PKK jî bi van dewletan re têkildar e, ev xwestin bi teşqela Hesekê re hatibû çareser kiri. Şerrê Hesekê bi dewleta Sûrîyê re, teslimkirina Kembera Firat bi xwe bû.

Şerrê li Sûrîyê bi dawî nebûye. Her ku diçe bêtir rewşek bêhêvî derdikeve pêşberî me. Ev şerr, şerrekî navnetewî ye, lê li ser "axa dewleta Sûrîye" dimeşe. Herkes qozên didestê xwe de bikar tîne. Hewdana tirkan û têkiliyên tirkan bi "El Nusra" û hêzên din yên wek DAÎŞ re eşkereye û herkes dizane. Bi karanîna van qozan wê ji tirkan re çi bîne û çi wenda bike, niha ne zelale.

Helwest û karesatên PYD bû sebebê wundakirina Herêma Kembera Firat (Cereblûs heta Efrîn). Ji dêlva ku bi hêzên Kurd re êniyek niştimanî bêt avakirin; bi 7 grûban ereban re ket êniyek şerr û bû sebebê wundakirina vê herêma pîroz.

Hîn wext heye û PYD mecbûre vegere ser siyasetek Kurd û Kurdistanî û bi hêzên Kurd re ênîyek Kurdistanî ava bike.

Ji ber ku PYD li Rojavayê Kurdistan heta ku Essad li ser îktîdarê be, statûyek siyasî naxwaze û programa wê li angora "parastina yekitîya Sûrîye" hatiye tomarkirin. PYD mecbûre vê prgramê biguhere û li ser esasên netewî, Kurdistanî di nav ênîyek hevbeş û Kurd û Kurdistanî de cîh bigre.

25.08.2016