PIRSGIRÊKÊN SERXBIWEBÛNÊ -10-
Çareserîyên aşitîyane
Hin pirsgirêkên serxbiwebûnê bi aştîyane û hin jî bi zor û xwînrijandinê hatine çareserkirin. Norwec, di sala 1905a da, herçi desthilatdarên Swêdê nedixwest jî, bi rêyek aştîyane ji Swêdê veqetîya. Lenîn vê yekê di derbarê mafê çarenûsîyê da kir nimûneyek hêja.
Norwec, ji sala 1035 ta sala 1814yan di bin destê qralîyeta bi hêz Danmarkê da bû. Sala 1814 ket bin destê Swêdê. Lê Norwec, xwedî parlamentoya xwe û her usa xwedî makezagona xwe bû û bi baldarîyek mezin wan diparast. Norwec, bê dilê xwe, bi zorê bi Swêdê ra yekîtîyek- union- pêkanîbû. Qralê Swêdê, carbicar dixwest peymana yekîtîyê îhlal bike û midaxeleyeyên bêqanûnî pêk dianî. Ew midaxele bû sebeb ku Norwecî doza serxbiwebûne kirin. Parlamentoya Norwecê bi piranîyek mezin biryara serbixwebûnê girt. Mihafazakar û arîstokratên Swêdê doza midaxeleyek leşkerî kirin û herdu welatan ber bi şerek va dibirin. Lê gelê Swêdê dijî şer rawestîya û rê neda ku midaxeleyek leşkerî pêk bê. Norwec, serbixwebûna xwe îlan kir. Lenîn qiymetek mezin da tevgera gelê Swêdê. Sovyet li welatê xwe jî doza fînlandîyayê aştîyane çareser kir.
Fînlandîya, ta sala 1918 welatek girêdayîyê Rûsyayê bû. Çarê Rûsyayê her usa çarê Fînlandîyayê jî bû. Walîyê giştî yê Fînlandîyayê, wekîlê çar li Fînlandîyayê bû. Li Rûsyayê sala 1917 Şoreşa Sibatê pêk hat û çar ji desthilatîyê hat xistin. Li Rûsyayê, îdî sazûmanîya çarî nemabû. Ji ber wê yekê walîyê giştî yê Fînlandîyayê ku wekîlê çar bû, ji statuya xwe ket. Paşê Şoreşa Oktobirê pêk hat, desthilatî bi temamî ket destê Sovyetê. Fînlandîya wê fersendê lez bi kar anî. Berê senatoyê civand û biryara pêşnêyazîya serbixwebûnê da lansdagê. Lansdag, biryara senato û ya xwe kir yek û biryara serbixwebûnê da.
Lansdag di maneya mecisa welat, meclisa gel bû û ji wextê serdestîya Swêdê mabû. Lansdag, li ser bingeha çînayetî, li gelek deverên Fînlandîyayê hatibûn sazkirin. Lansdag ji çar beşa pêk dihat: Leşker-arîstokrat, ruhanî, burjuwa û gundî. Her yek ji wan bi serê xwe dicivîya û biryara xwe digirt. Di nava sed salan da, ji sala 1809 ku Fînlandîya ji destê Swêdê derket ket destê Rûsyayê, bi tenê 15 car civîya bû. Ew sîstem li welatên bindestê Rûsyayê, li Estonya, Kurland (beşek piçûk ya Letonya ya îro), li bakurê Letonyayê û Fînlandîyayê hebûn. Îro jî li Almanya û Awûstûryayê ew nav ji bo parlamentoyên herêmî - deverîtê bı kar anîn.
Walîyê giştî yê Fînlandîyayê Svînhufed, bi lez berê xwe da Fînlandîyeyê û biryara serbixwebûnaê gîhand Sovyetê. Komîserî ya Gelî ya Sovyetê di 4ê meha 12, sala 1918 mafê veqetandina Fînlandîyayê ji Sovyetê da zanîn, beyan kir. Ew cudabûna aşitîyane rewş û atmosferek baş peyda kir û sosyalîst li Fînlandîyayê xurt bûn. Di dema ber bi Şerê Cîhanê yê duvê da komunîst (sor) li jêrê û nasyonalistên hevalbendên Almanyayê (Spî) jî li jorê welat kiribûn du beş û paşê şerê navxweyî derket. Almanya bi xurtî digel hêzên Spî cîh girt û payîtexta Fînlandîyayê, Helsînkî jî tê da dewerên di destê hêzên çepgir bi zorê girtin û gelek kesên çepgir qetil kirin. Di wextê Kekonen da fînlandîya hevsengîyek sîyasî pêk anî û bi Sovyetê ra tîcarî, sîyasî û kultûrî peywendîyek baş danî.
Slovakya mîsalek nûtir e. Slovakya piştî hilweşandina Sovyetê, sala 1991 ji yekîtîya Çekoslovakyayê, wek qedîfe, nermane ji Çekoslowakyayê cuda bû. Gotina cudabûna qedîfeyî ketibû literaturê ku cudabûna aştîyane û bê kêşeyên xwînrijandinê îfade dikir.
Slowakî, demek pir dirêj di bin destê macaran da bû. Paşê ket bin hukumranîya habsburgîyan. Piştî hilweşandina Împaratorîya Habsbûrgê sala 1918, çek û slowakî ku herdu jî di bin hukumranîya Habsbûrgîyan da bûn, digel hev yekîtîyek pêk anîn. Çekî, welatek endustîyê û pêşketî bû. Slowakya feodal û paşketî bû. Wextê Hîtler sala 1939 Çekoslowakyayê dagir kir, Slowakya bû parçeyek Almanyayê û digel Hîtler tevgerîya. Sala 1944 Sovyet ket axa Slowakyayê û hêza Almanyayê têk bir. Sala 1993 sazûmana Çekoslowakyayê hilweşîya û Slowakya jî ji yekîtîyê derket. Nuha peywendîyên Çek û Slowakî bê kêşeyên giran, bi cîranî qenc dimeşe.
Çareserîyên bi şerî
Yugoslavya bi şerek dijwar û demdirêj parçe bû û bû nimûneyek xirab ji bo mafê çarenûsîyê. Daxewa cîran cîranê xwe dikuşt û gelek xwîn rijîya.
Dîroka welatên Balkanê ji berê da bi alozî û şer tije ye. Dişibe welatên Kafkasyayê ku ji mozayîka gelan pêk tîne. Ji ber vê yekê jî Balqan potansîyelek şerî di nav xwe da dihewand. Osmanî demek dirêj li wir hukumranî kirin. Împaraotorîya Anûstûrya-Macarîstan jî xwedî bandorek bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekê Împaratorîya Avustûrya-Macarîstan hilweşîya. Xirwatîstan, Slowenya û Bosna bi Sirbistanê va hat girêdan. Sirbî, doza Sirbistana Mezin dikirin. Sirbîstan, digel Fransa û Înglîstanê ketibû Şerê Cîhanê yê Yekê. Ji ber vê yekê Sirbîstan ji hevpeymanîyên xwe ”dîyarîyek” girtibû, ku paşê bû sebebên nakokîyên nuh. Xirwat û slowen berê girêdayî Almanyayê bûn û xwe nêziktirî kultura almanî didîtin. Misilmanên Bosnayê hevalbendên tirkan bûn. Xirwatî û slowenî, Dewleta Osmanî wek hêzek paşvebirê welat dest nîşan dikirin.
Di bin serokatîya Tîto da Slowakya yekgirtî bû. Mirina Tîto û hilweşandina Sovyetistanê sala 1989 yekîtîya Yugoslavyayê xist nava kêşeyên giran. Sîstema aborîyê hat guhertin. Zehmetîyên mezin peyda bûn. Di wê pêvajoyê da sirp û xirwat nasyonalistîyê geş kirin. Sirp dixwestin yekîtîya Yugoslavyayê biparêzin, lê xirwat dixwestin vê yekîtîyê hilweşînin û dest bi şiddetê kirin. Sirp, milletek li ser bawerîya ortododsa girekîyê bû lê xirwatî li ser bawerîya katolîkîya Romayê bûn. Li Bosnayê misilman xwedî axên mezin bûn, lê yên mesîhî ji gundîyên bê ax, an xwedî axên piçûk bûn.
Sala 1991 xirwat û slowen serbixwebûna xwe îlan kirin û Yekîtîya Ewrûpayê mudaxele kir, zêde xwîn nehat rijandin. Şer ber bi Bosnayê va çû. Gelê Bosnayê bi etnîkî têkilhev bûn. Li gundan jî rewş usa bû. Sirp dixwestin bandora xwe ya etnîkî pêk bînin, dest bi kuştin û sirgûnkirinê kirin. Heman tiştî xirwatî ji bo sirbîyan kirin. Dawîyê Bosna bû dewletek serbixwe, lê di esasê xwe da ew, wek Federasyona Bosna-Xirwat û Cumhûrîyeta Bosna -Sirp bû û navê Bosna Hersek (Hersegovîna) girt.
Kosova jî ji Yugoslavyayê veqetîya. Lê rewşek wê ya taybet hebû. Kosova, ji sala 1974 vir da bi otonomîyê dihat îdarekirin. Di dema parçebûna Yugoslavyayê da Mîlosewîç desthilatîya otonomîyê kêmtir kir, arnavûdên Kosowayê ji îdareya herêmî derxistin. Arnavûdên Kosovayî vê yekê protesto kirin. Di nîveka salên 1990î da şer dest pê kir. Sala 2006 yekîtîya sirb û montenegroyîyan xira bû. Sala 2008 Kosova serbixwebûna xwe îlan kir.
Kosova, ji gelên arnavûd û sirb pêk tê. Arnavûdên Kosovayê ji Sirbistanê doza cudabûnê dikirin. Piranîya albanên Kosovayê digel serbixwebûnê bûn. Lê sirb vê yekê qebûl nedikirin. Sala 2007 desthilatdarên sirbî, di bin çavdêrîya Yekîtîya Neteweyan da, digel arnawûdên Kosovayê dest bi hevdîtinan kirin.
Serokê heyeta Yekîtîya Neteweyan, serok komarê berê yê Fînlandîyayê Martî Ahtîsarî bû. Ahtîsarî, zîrek bû û xelata Aşîtîyê ya Nobelê girtibû. Ahtîsarî, dixebitî ku Kosova di bin çavdêrîyê da serbixwebûna xwe bigire, xwedî ala xwe û sirûdê xwe be. Her usa dikaribû bibe endamê Banqa ya Dinyayê. Arnavûd wê planê qebûl kirin, lê sirbî nekirin. Yekîtîya Neteweyan ta sala 2007 muhlet da wan lê, lihevhatin pêk nehat. Ji ber vê yekê arnavûdên Kosovayê serxbiwebûna xwe yek alî îlan kirin. Arnavûdên Kosovayê ji Yekîtîya Amerîqayê û Yekîtîya Ewrûpayê desteg xwastin. Lê Rûsya û Çîn digel sirbîyan tevdigerîyan. Digotin, Kosova yekîtîya axa Sirbistanê dixe xeterê û ew sûc e. Plana Ahtîsarî bi ser neket. Rûsya, Amerîqa, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Almanya li çareyek hevbeş gerîyan, lê ew jî bê encam man. Arnavûdên Kosovayê yek alî serxwebûna xwe îlan kirin. Parlamenterên arnavûdî parlamentoyê protesto kirin û ji parlamentoyê der çûn, makezagona xwe îlan kirin, lê ew tenê li parçeyek Kosovayê derbas dibû. Kosova de facto bû du parçe. Sala 2008, sirbî jî parlamentoya xwe ya herêmî ava kirin. Kosova îro xwedî serxbiwebûnek bigengeşî ye û wek otonomîya Woywo Dîna, otonomîyek herêmî ya sirbistanê ye.
Pirsa Mekadonyayê jî nimûneyek enteresan e. Mekadonya jî sala 1991 serbixwebûna xwe îlan kir. Mekadonya piştî Şerê Balkanê salên 1912-1913 di navbera Yunanîstan, Bulgarîstan û Sibîstanê da hat dabeş kirin. Parçeyek Mekadoyayê di nava sînorên Qralîyeta Sirbîstanê da mabû. Sala 1991 serbixwe bû û xwest bibe endamê Yekîtîya Ewrûpayê. Yunanîstan bi dijwarî dijî wê derket. Lê di sala 1995 da endametîya wê ya Yekîtîya Neteweyan qebûl kir, lê şertê xwe danî ku, Mekadonya navê xwe yê berê FYROM bi kar bîne. Ji ber ku parçeyek Mekadonyayê di destê Yunanîstanêda bû. Sala 2019 Yunanîstan navê Mekadonyaya Bakur qebûl kir. Îro Mekadonya çar parçe ye: Mekadonya ya Yunanîstanê, Mekadonya ya Bulgarîstanê û Mekadonya ya Albanîstanê. Mekadonya ya Bakur jî serbixwe ye.
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5- -
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-6- -
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -7-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -8-
BITÎKNE: SÎYASETA TIRKÎYÊ YA KURDISTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -9-