MAFÊ ÇARENÛSÎYÊ -9-
Sala 2002 Kurdên Başûr Sazûmanîya Herêma Kurdistanê dirust kirin û sala 2005 bi destûrî mafê federalî bi dest xistin. Yekîtî û PDK di salên 2005 - 2006 bi hevparî û bi dorê hikûmeta hevbeş lidar xistin. 25ê Îlona sala 2017 jî gelê Kurdistanê bi Referandûma Serbixwebûnê doza serbixwebûnê pejirand.
Kurdên başûr li ser pirsa xweserîyê xwedî hin tecrube ne. Kurd sala 1970 jî mafê otonomîyê bi dest xistibûn û parlamentoya Herêma Kurdistanê hatibû dirustkirin. Wê demê jî kurd xwedî hêza xwe ya leşkerî bûn û otonomîyê bi hêza xwe diparastin. Lê nuha gavek meztir hatibû avêtin. Kurd di parastina Yekîtîya Neteweyan-YN da bû û di astek bilindtir da xwe îdare dikir. Ew, di bin parastina Yekîtîya Neteweyan da bûn. Herçi federasyon bi lihevhatnek pêkhatibû jî, bi dilê merkezî ya dewletê nebû. Sala 2014 îdareya Kerkûkê jî di destê hêzên kurdan da bû.
Sala 2011 Bihara Erebî xwe gîhand Sûrîyeyê. Tirkîye jî tê da hêzên wek Dewlata Yekbûyî, siûdî bi çek û çekdaran alozî û şer geştir kirin. Piştgirê serîhildanê doza demokrasî û azadîyê, doza hilbijartina demokratîk dikirin. Mudaxeleya Eshed sert bû. Muxalefet jî hat biçekkirin û Sûrîye ket nava şerek dijwar. Sala 2014 DAÎŞ berê xwe da Sûrîyeyê. Kurd hedefa mezin a DAîşê bû. Di wê pêvajoyê da Eshed, mecbûrî xweserîya Rojavayê qebûl kir lê hêzek xwe ya leşkerîyê li Rojava hîşt. Erîşên DAÎŞê ji bo kurdan rewşek man û neman peyda kir û pêra Amerîqa bandora xwe li ser tevgera Rojavayê xurt kir.
Rojava, bi navê Binê Xetê sitara sîyasetmedar û fîrarîyên kurd bû. Bi giranî di dema Serhildana Şêx Seîd da hejmarek mezin xwe digîhandin Binê Xetê. Wê demê îdare di destê fransîya da bû. Di dema BAASê da nasyonalîzmek hişk a erebî pêk hat. Sala 1970, Hafiz Eshed ku bi darbeyek hat ser hikum xanedanîya mala Eshed ya elewî bi cîh kir. Tu mafê kurdan yên mirovî-demokratîk tunebû û bi sedhezaran kurdên ji nifşên 3-4ê jî bê nifûs bûn. Eshed, sert û zalim bû û heta mesleha wî rê dida kurd tolere dikir. PKK ku piştî darbeya eskerî ya 1980ê daket Bin Xetê li hember Tirkîyê dest bi şerê çekdarî kir. Eshed xwe kiribû mifteya kilita Rojhilata Navîn. Tiştê ku li hesabê wî nedihat, bi derxistina şer û alozî hukumranîyek peyda dikir û berê xwe bi xurtî dabû Tirkîyeyê. Ji bilî pirsgirêka Hatayê, pirsgrêka ava Çemê Dîcleyê ku tirk kêmtir berdida ser axa Sûrîyeyê, acizîyek mezin peyda dikir. Eshed dixwest di bin kontrola xwe da şerek hundurî ya Tirkîyeyê vêxe û tawîz ji Tirkîyê verbigre. Rêxistinek wek PKK hatibû welatê wî.
Di dema serhildana 2011yê da Eshed, her diçû ji hêz diket. Paşê bi hêza ûris û îranî xwe da hev. Xweserîya Rojava jî ku bi motor û îdeolojîya PYD dimeşe, gelek taybetî ye.
Şerê ku PYD-YPG vêxist li dijî dewleta sûrî nebû. PYD bi xweserîyek dixwast Sûrîye li hember hêzên ”jidervahatî” biparêze. Bi gotina wan ew rêyeke sêemîn bû. Eshed bi hêza xwe nikaribû temamê Sûrîyeyê biparêze, li hember PYD-YPGyê ranebû. Wextê îdareya Rojavayê ket destê PYDyê, Eshed, li bajarên Rojavayê hêzek leşkerî ya piçûk hîştibû. Dezgehên resmî yê Sûrî jî li Rojava hebûn û dixwestin îdareya Rojavayê ji ser budçeya xwe bigerînin. Ev ji bo Eshed baş û divaya bû. Kurd jî bê şer û xiserên giran xweserîyek aştîyane bi dest xistibûn. Heta şerê DAÎŞê û midaxeleya Amerîqayê ew li ser wê hevsengîyê meşîya. Êrîşa DAÎŞê û têkilbûna Amerîqayê hevsengîya heyî xira kir. Kurd û Dewleta Yekbûyî bûn hevpeymanî. Prosesa nû hêvîyek peyda kiribû ku sînorê Kurdistanê ta Behra Spî biçe. Kurd û Eshed her diçû ji hev dûr diketin. Eshed, kurd wek xayînê welat îlan kir. Bi mudaxeleya Rûsyayê ya serketî pozîsyona Eshed xûrtir bû. Îro bi zora Tirkîyeyê hêza çekdarî ya YPG bi xûrtî vekişîyaye dora Deyre Zorê û di bin bandora Amerîqayê da ye. Pirsgirêka sîyasî ya Sûrîyeyê hêna jî ne zelal e.
Li Başûr doza KDP û ya Mesûd Barzanî serbixwebûn e. Lê li Sûrîyeyê pirsa netewî ya kurd li ser îdeolojîyek din dimeşe. PYD di şûna damezirandina dewletek kurdî, li ser mozayîka gelên Rojavayê dixwaze civatek demokratîk ava bike û pirsa Kurdistanê jî di çarçova wê mozayîkê da çareser bike. Ev prensîp, bi danezana Federasyona Bakûrê Sûrîyeyê hat eşkerekirin.
Qasî ku em pê dizanin, di nav kurdên Rojavayê da doza serbixwebûna Kurdistanê xurt e. Lê, ji ber rewşa giran ew doz ne dihat rojeva kurdên Rojavayê. Bawerîya min ew e ku ger referandûmek serbixwebûnê li Rojawa pêk bê, kurd dê serbixwebûnê pipejirîne. Lê di rewşa îro da, ku tirk wek xencerek ketin navbera Afrîn û Kobanîyê û nehîştin korîdorek di navbera wan da vebe û her usa Afrîn dagir kirin û demografîya wê xira kirin, rewş girantir kirin. Di rojên pêşîyê da, usa xuyaye ku bi alîkarîya Rûsyayê, dê Eshed Afrînê bixe bin kontrola xwe. Doza xweserîya kantonan dê bi çi rengî biçe serî ne dîyar bû. Lê bi sîyaseta Biden dibe ku herdû kantonên xweser di bin sazûmanîyek nû da bibe rastîyek. Dibe ku Rûsya xwe ji bo vê yekê jî hazir dike. Di rewşa îro da Esed, mafên kulturîya kurdan jî qebûl nake.
Mafê çarenûsî, mafek bingehîn e û yek ji doza demokrasîyê tê qebûlkirin. Em du prensîbên mafê çarenûsîyê, self-determinasyonê dizanin. Yek jê ya Lenîn e ku di pirtûka wî ya navdar mafê çarenûsîyê da hatîye rêzkirin. A duemîn jî bi nave prensîbên Wîlson tê zanîn. Di esasê xwe da ew herdû prensîp ji hev gelek dûr in. A Lenîn, her çi li ser menfieta çînayetî hatiye hunandin û doza yekîtîyek ji dilî dike, mafê çarenûsîyê, veqetandin jî tê da bi heq dibîne. Li gor prensîbên Lenîn, mafê çarenûsîyê wek mafê hevjîyana mêr û jine ku mafê jihev veqetandinê, wek mafek demokratîk dibîne.
Wîlson, prensîbên xwe di sala 1918 da di Kongreya Amerîqa ya Yekbûyî da bi axaftineke xwe da zanîn. Ji axaftina wî 14 prensîbên wî wek bingeha mafê çarenûsîyê hat belavkirin. Di esasê xwe da prensîbên Wîlson, ji alî komîteyek pispor hatibû amadekirin û bi devê Wîlson hat belavkirin. Xala 12 li ser paşeroja Dewleta Osmanî bû ku hatibû parçekirin. Wîlson, bi danezana xwe dixwest parçekirina Dewleta Osmanî bê xwînrijandinên nû pêk bê. Wî dixwest ku şerê emperyalîst a parvekirinê mafê gelên blindest jî bîne ber çawên xwe û “çareser” bike. Împaratorîyên ku parçe dibûn Dewleta Osmanî û Macarîstan Avustûrya bûn. Wîlson ji bo Dewleta Osmanî digot: Deverên ku tirk lê zêde ne divê desthilatîya wan bê bi cîh kirin. Lê li deverên din mafê çarenûsîya gelên din jî bête qebûlkirin.
Du sal piştî danezana prensîbên Wîlsonê, sala 1920 Peymana Sewrê hat girêdan. Peyman, Dewleta Osmanî ku hilweşîya bû, parçebûna wê pejirand. Berê, gelên osmanî yên nemisilman mafê eqalîyetîyê bi dest xistibûn. Bi Peymana Sewrê, gelên misilman jî wek eqalîyetek hat pejirandin. Kurd jî xwestin ji danezana Wîlson a mafê çarenûsîyê îstîfade bikin. Xalên Sewrê yên 62 û 64 li ser paşeroja sîyasî ya kurda bû. Li gor wan xalan, divîyabû li Rojhilata Feratê, li Başûrê sînorên Ermenîstanê, li ser xeta ku Tirkîyeyê ji Sûrîye û El Cezîre diqetîne û niştecîyên wê bi giranî kurd in, mafê xweserîya wan bête qebûlkirin. Ji bo pêkanîna wê, divîyabû daxwaza xweserîyê di nav şeş mehan da pêşkêşî Stembolê bibûya. Piştî erêkirina hihûmeta osmanî, qonseya ku ji kesên fransî, înglîzî û îtalyanî pêk dihat wê daxwazê bipejiranda. Osmanî jî di nav sê mehan da mecbûr bû ku biryara qonseyê qebûl bike. Kurd jî divîyabû ku di nav salekê da bi piranî piştgirîyê bida doza xweserîyê û nîşan bida ku dikare xwe bi xwe îdare bike, di nav du salan da bi biryara Cemîyeta Aqwamê dê mafê serbixwebûnê verbigirta. Berîya ku pirs were Cemîyeta Aqwamê, divîyabû qonsey biryara erênîyê bidana. Ger qonsey kurdan “layiqê” serbixwebûnê bidîta, dê serbixwebûna kurda pêk bihata. Formulasyona peymanê gelek xerîb e û ne sûcê wergerandina min e. Her usa bêjeya ”layiqdîtin” jî bi sere xwe şowenistîya dewletên emperyalîyê dîyar dike.
Ji bo kurdan hin xalên hessas a peymanê hebûn. Ya herî hessas pirsa Ermenîstanê bû. Di peymanê da Ermenîstan, ji rojhilata Trabzonê heta Wanê li ser qadek berfireh xuya dikir. Kurdistan jî di nav sînorên Sêrt- Hekkarîyê ku di bin bandora înglîzan da bû, hatibû nîşan kirin. Xeta li ser Mêrdîn-Riha-Dîyarbekir nehatibû zelalkirin û hatibû şûnda xistin. Kurd vê yekê qebûl nedikir. Ji ber ku kurd desthilatê berê yê herêmê bû û kurd, ermenî îdare dikirin, tu car serdestîya ermenî qebûl nedikirin. Ev hessasîyet bi kêrî Mistefa Kemal hat û dubendîya kurd û ermenî geş kir û kurd ber bi xwe va bir. Mistefa Kemal jîr bû. Ew wê hessasîyeta kurdan zanibû û jê îstîfade dikir û her usa qebûlkirina xweserîya Kurdistanê jî dixist guhê kurdan.
Nasyonalîstên tirk ketin nav xebatek mezin. Kurdên digel Sewrê xayîn îlan kirin û bi destê xwe rêxistina Cemîyeta Mudafaî Hiqûk a Anadolê ava kirin û mezinên civata Kurdistanê xistin nava wê û bi ser navê kurdan telgraf şandin Sewrê û dan qebûl kirin ku kurd, dixwazin digel tirka bijîn. Bi destega kurdan, tirk bi ser ketin, Sewrê têk birin û Peyman Lozanê bi ser xistin û paşê jî mafê kurda ji rojeva xwe bi temamî derxistin.
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5- -
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-6- -
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -7-
BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -8-