Sîyasetmedarê Kurd bû berpirsê herêmeke girîng a Almanyayê

.

Sîyasetmedar Serdar Yuksel ku ji sala 2008an ve di Partiya Sosyal Demokrata a Almanya (SPD) de siyasetê dike, wek nûner û berpirsê herêmeke girîng a Almanyayê yê partiya xwe hat hilbijartin.

Hat ragihandin ku siysetmedarê Kurd Serdar Yuksel, ji aliyê SPDê ve bo berpirsê herêma Bochum a Almanyayê hatiye erkdarkirin.

Serdar Yuksel ku berê li nexweşxaneyekê kar dikir, sala 2018an parlamentarekî ji partiya AfD ku sekta dil derbas kiribû, rizgar kiribû û li Almanyayê wekî qaremanekî hatibû naskirin.

Yuksel niha parlamentarê meclîsa eyaleta Ren Vestfalya ya Bakur e (KRV) û ji bo alîkariya Kurdistaniyan jî xebatên xwe berdewam dike.


 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e