Sîyasetmedarê Kurd Fuad Onen hat desteserkirin

Sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Fuad Onen, li Stenbolê hat desteserkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên berdest, sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Fuad Onen, li Stenbolê ji alîyê hêzên polîs ve hat desteserkirin.

Her li gor zanyarîyên rojnamevan Mehmet Sanri, ew sîyasetmedarê Kurd ji ber nêrîn û parvekirinên xwe yên derbarê komkujîya Roboskîyê û êrişa Tirkîyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, li ser medya civakî, bi tohmeta ku ‘propagandaya rêxistinê’ kirîye, hatîye desteserkirin.

Ev di demekê de ye 32emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, par bi tohmeta ku ‘propagandaya KCKê’ kirîye 3 sal û mehek cezayê zîndanê li Fuad Onen birîbû.

Ew sîyasetmedarê Kurd derbarê biryara dadgehê de ji Rûdawê re ragihandibû ku ji ber, “parvekirinên derbarê komkujîya Roboskîyê, komkujîya Parîsê, nivîsên li ser yekîtîya netewî, parastina bo Kurdistana serbixwe û belavkirina ala Kurdistanê li ser medya civakî” dadgehê ew ceza lê birîye.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e