Sîyasetmedarê Kurd Xalid Meşayix li Yunanistanê asê maye

Sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Xalid Meşayix, li Yunanistanê asê maye ku rewşa wî ya tenduristîyê ne baş e.

Navenda Nûçeyan- Ew sîyasetmedarê ê ji Rojavayê Kurdistanê ku ji bo doza Kurdî gelek xebatên sîyasî birêvebirine, niha li hotelekê li Atînaya paytexta Yunanistanê dimîne û kesekî xelkê Reqayê alîkarîya wî dike li wê hotelê.

Xalid Meşayix ku tenduristîya wî nebaş e, ji Rûdawê re ragihand, ji ber birîna xwe, bi zehmetî dimeşe û  ragihand ku ew hêvî dike xwe bigihîne welatekî Ewropî lê bê çare ye û rewşa wî ya aborî jî gelek xirab e.

Ew sîyasetmedarê Kurd ji ber xebatên xwe yên bo doza Kurdî ji alîyê rejîma Sûrîyê ve hatibû girtin û 9 salan di zîndanê de mabû.

Xalid Meşayix sala 1937an li Qamişlo ji dayik bûye, ji destpêka avakirina yekem partîya Kurdî, ew bûye endamê Partî û dest bi xebata sîyasî kirîye.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e