Sky News: Komên çekdar jinên Efrînî ji bo fihûş bi wan bidin kirin dişînin Libyayê

.

Sky Newsê di raporteke xwe ya nûçeyî de, ragihandiye ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve, jinên Efrînî ji bo bikaranîna wan di fihûşê de dişînin Libyayê.

Li gorî raporta Sky Newsê dispêre şahidên jin ên bûyerê, çekdarên li Efrînê jinên Efrînî bi darê zorê û ji bo karê fihûşê bi wan bikin wan dişînin Libyayê.

Di nûçeyê de hatiye gotin, “Jinan eşkere kir ku erdê girtîgehan li Efînê bi xwîna ku ji ber destavêtina hovane derketiye tijî bûye.”

Sky News balê dikişîne ser kiryarên nemirovî yên li Efrînê û destavêtina jinan û bibîr dixe, mîna çeteyên DAIŞê bi jinên êzidî li Şengalê sala 2014an kiribûn, niha jî jinên Efrînê difiroşin bazirganên Qeterî.

Sky Newsê diyar kiriye ku gelek jinên Kurd di girtîgehên çekdaran de winda ne û gelek ji wan birine Lîbyayê û dide zanîn, “Jinên revandî, bi rêya deriyê sînor ê Kilis, gundê Xelîl û deriyê Hemamê, derbasî Tirkiyê têne kirin.”

Beriya niha Neteweyên Yekbûyî raporek pêşkeş kiribû ku tê de, li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê behsa binpêkirin û kiryarên nemirovane yên çekdarên di bin kontrola Tirkiyê de kiribû û Tirkiye wekî berpirsê wan kiryaran nîşan dabû û xwestibû hesab bê dayîn.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne