Em gelek caran vê gotina sofîtiyê bi kar tînin. Hin wê diparêzin û hin jî li dij wê kar dikin. Lewra jî vê bêjeyê serpêhtiya li gor rîwayetê ya Şêxekî anî bîra min. 50-60 sal berê bû em hê zarok bûn. Di wê demê de dihate gotink ku Şêxekî ji xwe re Jîpek kirî bû. Hema bêjin di wan deman de siyare tune bûn. Ango gelekî kêm bûn.
Lê şêxê me yê hal xweş li gor demê zane, jîr û bîrbir bû jî. Diçû kîjan gundî xelk ji bona destê wî maç bikin diketin rêzê. Ew jî ji vê ne xweş hal bû û ne dixwest ku kes destê wî maç bikin. Çi kir ji vê xelas nebû, rehetiya wî ji ber gundiyan nema. Nikarîbû li gor dilê xwe tevbigere.
Rojekê dema di odeya xwe de bû. Gundî li hewşê ji bona destê wî maç bikin, top bû bûn. Wî jî hema şûşa araqê di pacê re derxist rê gundiyan da û got:
-Binerên gundîno ev araq e ha. Ez araqê vedixwim bes werin destê min, min rehet berdin. Aha binêrin got: Qedeha destê xwe nîvî araqî kir û av berra ser wê araqiyê da ku araqî bû weke dew.
Weke gundî ji nû de bi şêxbûn û mezinbûna wî bihesin û bi hevre qêriyan:
-Şêxê me tu mezin e, tu ewliya ye, Loma tu dikare avê bike dew, wê sor û zer jî bike. Tu xwedî keremeteke mezin e.
Êdî gundiyan bêtir qîmeta wî girtin û bêtir dixwestin xwe bighêjine wî û destê wî maç bikin da ku xêr ji wan re bê nivîsandin.
Aha mesele mirîdên partiyan û bêtir mirîdên Evdila jî ev e.Tu çiqasî kêmanî şaşiyên wan bêje û binivîsîne ew bêtir ji wan hez dikin. Bêtir xwe dikin heyrana wan. Xwe dikin heyrana wan da ku rojekê çenek nan û xwarin bighêje wî.
Ev weke sîstemekê ji roja şêxtî derketiye pêre sofîtî jî peyde bûye. Ji bona pesnê şêxan, kerametê û derewên wan di nav civatê de cih bigire, çend zilamên xwe ji bona vê perwerde dikirin ku ew berê dest bi pesnê şêxê xwe bike, derew û fenên wan weke keramet rê bidin, çi ji wan dihat dikirin.
Ev sîstema Sofîtiyê di vê dinya me ya modern de, xwe vê carê berra nava partî û rêxistinên me, da ye. Tu bi vê jî nikare kêmanî û şaşiya serokekî bêjî, heger tu got, Sofiyên wan êrîşî mirov dikin.
Ji ber vê heta sofîtî hebe, heta endamên partiyan weha bi çav girtinê, girêdayî serok û rêvebirên xwe bin. Heta ku ew endamana şaşî û çewtiyên serok û rêvebirên xwe nebînin û nebêjin, wê ev sofîtî berdewam bike.
Berdewamiya vê sofitiyê jî tê wê maneyê ku bi wan kesan re hizr û baweriya serokên wan di ser ya welatên wan re ye. Ji xwe derd, êş û azara me jî ev e. Piraniya kurdan serok û rêberên xwe di ser kurdistanê re digirin. Ev jî dide zanîn ku ew kesana jî ji baweriya neteweyî dûr in.
Aha heta ev hebe, wê van sofîna jî ji welat bêtir pesn û parastina şexsan bikin. Rewş û halê niha em têdene ji ber vê ye…
Ev sîstem nahêli ku hizr û baweriya neteweyî di dil, can û serê welatparêzan de cihê xwe bigire.
Ji bona ev sîstem bijî û ji holê ranebe, çerxeke gelekî xerab li ser serê hin endam û şelafan dizîvire ku nikarin rastiyê bibînin û wê bînin zimên…