SOHR: 28 çekdarên opozîsyona Sûrîyê li Lîbyayê hatine kuştin

Rewangeha Sûrîyê ya Mafên Mirovan (SOHR) di raportekê da aşkere kirîye 28 çekdarên opozîsyona Sûrîyê yê alîgirên Tirkîyê li Lîbyayê di şer û pevçûnên de hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Îro roja sêşemê 21.01.2020an SOHRê ragihandîye, di encama şerê berdewam li başûrê Terablusa paytextê Lîbyayê û nêzîkî firokxaneya wê de, 28 çekdarên opozîsyona Sûrîyê hatin kuştin.

Pêştir hatibû ragihandin, hejmara çekdarên Sûrîyê yên Tirkîye rahênan bi wan kirin û bo Lîbyayê veguhastine, gihîştîye 3 hezar û 660 çekdarî û li wî welatî şer dikin.

SOHRê aşkere kirîye, hejmara çekdarên Sûrîyê yên li Lîbyayê ji vê hejmarê zêdetir e, lê hejmara rast nehatîye ragihandin.

Li gor zanyarîyên SOHRê, Tirkîye bi tomarkirina navên çekdaran Sûrîyê ji bo çûna Lîbyayê berdewam e û Tirkîye dixwaze 6 hezar çekdarên Sûrî bibe Lîbyayê.

Tomarkirina navên çekdaran li Efrînê û navçeyên din ên di bin kontrola grûpên çekdar de berdewam e û bi taybet çekdarên grûpên Lîwaya El Mutesêm, Firqeya Sultan Silêman, Lîwaya Siqor Şemal, El Hemzat, Feyleq El Şam, Silêman Şah û Lîwaya Semerqen

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e