Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrîyê ya Mafên Mirov (SOHR) îşev roja pêncşemê 16.01.2020an ragehandîye , teqînek bihêz li bajarokê Siluk li başurê Girêspî yê Rojavayê Kurdistanê li gundewarên Reqayê, ku di jêr kontrola hêzên Tirkîyê û grupên çekdar ên biser ve de ye rû da.
Teqîn bi rêya otombêleke bombekirî bû ye û navendek grupa çekdar a bi navê Ehrar Elşerqîye li wî bajarokî kir armanc.
Ligorî raporta SOHRê, di teqînê de 7 çekdarên biser Tirkîyê va ku dinav wan de serkirdeyek grupa Ehrar Elşerqîye heye , herweha 3 serbazên Tirkîyê jî, hatine kuştin, û hejmarek jî, bi giranî birîndar bûne.