SOHR: Li Dêrazorê teqîn çêbû, mirî hene!

.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rewangeha Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) hatin ragihandin, ji ber teqîna bombeyek ji paşmayiyên IŞÎDê, li Dêrazorê mirî û birîndar çêbûne.

Li gorî daxuyaniya SOHRê, duh li beyabana Dêrazorê, bombeyek bi otomobîla kesên ku li dumbelanan digeriyan de teqiyaye û di encamê de 9 kesan can dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatin dayîn, bi vê teqînê re hejmara qurbaniyên sivîl ên ku îsal li herêmê di encama teqîna mîn û bombeyan de canên xwe ji dest dane, gihîştiye 139 kesan.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn