Di daxuyaniya ji ajansa çapemeniya Fransî de hate gotin ku, di encama teqîna otomobîleke bombebarkirî di navendeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de nêzîkî wêstgeha avê li bajarokê El- Bisêre 11 kes hatin kuştin di nav de serkirdeyek hebû, herwiha 7 welatiyên sivîl di nav de 3 zarok hebûn hatin kuştin.
Heta niha ti aliyekê ew teqîn li sûtiyê xwe negirtiye, lê guman li ser çekdarên DAIŞê di pêkanîna wê teqînê de heye.