SOHR: Li Zirganê 3 kes ji ber topbarana Tirkiyeyê mirin

.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li Zirganê ji ber topbarana Tirkiyeyeyê 3 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kes jî bîrîndar bûne.

SOHRê diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê gundê Um Hermelê yê navçeya Zirganê ya Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê topbaran kiriye.

Li gorî SOHRê di encamê de ji malbatekê 3 kesan cane xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne.

Rewangehê eşkere kir ku topbaran îro pêk hatiye û wiha berdewam kir:

"Artêşa Tirkiyeyê gundê Um Hermelê yê navçeya Zirganê yê li bakurê bajarê Hisîçaye topbaran kir.

Ji ber topbaranê ji malbatekê 2 mêr û zarokek hatin kuştin û 4 jin jî ji heman malbatê birîndar bûn.”

SOHRê diyar kir ku rojên 7, 9 û 12yên vê mehê jî artêşa Tirkiyeyê gundên Zirganê topbaran kirine.

Li gorî nûçeya ANHAyê, navên wan kesên di topbaranê de cane xwe ji dest daye wiha ne, Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad (zarok e).

Navên birîndaran jî wiha ne: Şehed Ubeyd El Siyad, Terfa Emo El Siyad, Hind Deham Selîmo û Sîham Deham El Siyad.

Bajarê Zirganê di sêgoşeya Dirbêsiyê Serê Kaniyê û Hisiçayê de cih digire.

Li ser xetê sînorê Dirbêsî, Serê Kaniyê û Zirganê zêdeyî 300 gundên Kurdan hene û piraniya wan ji ber êrişên Tirkiyeyê hatine valakirin an jî gelek şêniyên wan gundan koçber bûne.

Kurdistan Haberleri

Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê pêşbirka Xelata Qelama Hejar li dar dixe
Mesrûr Barzanî li ser biryara Parlamentoya Îraqê peyamek belav kir
SÛRIYE - 3 Ciwanên Kurd bi hinceta ‘wêneyê Bavê Teyar’ hatin revandin
PDK piştî 8 salan bi Ala Kurdistanê vegeriya Xurmatûyê
Li Qamişlo Konferansa Çarenivîsa Kurdan: Divê Belgenameya 1932yan bê qebûlkirin