Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê 400 çekdarên din ên ji Sûriyê ji bo şerê Qerebaxê derbasî Azerbeycanê kir.
SOHRê da zanîn ku 400 çekdarên ji bo Azerbeycanê hatine şandin, ji koma Sultan Murad û Hemzat û komên din pêk tên.
Li gorî hejamarên SOHRê heta niha belav kirine, hejmara çekdarên gihîştine Azerbeycanê, herî kêm 2 hezar û 50 çekdar in.