Şopa Xeterê û di karê romanê de serweriya qelemê!

Serdar Roşan

“Bihara bajêr, mîna gelek bajarên ber avê, ji mêj ve dest pê kiribû û gelê bajêr hê ji niha ve kincên qalind ji ser xwe avêtibûn. Kesên qelew û kîlozêde ji niha ve ji germahiyê gazin dikirin. Adara ku heyva destpêka biharê bû, derbas bûbû û niha di orta nîsanê de çar aliyên Stenbolê şên bûbû. Piştî zivistana serma û giran , biharê bi hemû xweşî û hêjayiyên xwe bajariyan bi şermokî hişyar kiribû.” (min xet reş kirin SR)

Romana Mehmed Dehsiwar ya bi navê Şopa Xeterê bi van rêzan dest pê dike. Ne xelet bim ev romana nivîskar ya sisêyan e. Ango nivîskar di warê edebî de xwedî tecrûbe ye. Tecrûbe bi xwe re barê mirov ji hêla nivisînê de sivik bike jî, ji hêla edebî û xwendevanan de giran dike. mirov li bendî dimîne ku qelsiyên bêtecrûbetiyê her ku diçe kêm bibin.

Min ev paragrafa li jor ji berhema nivîskar bi temamî danî vir da ku karibim li ser çend nuxteyan rawestim.

Dê baştir buya ku nivîskar peyiva  ”ji niha ve” li pey hev dubare nekira.

”Adara ku heyva destpêka biharê bû.” Nivîskar divê tiştên ku herkes pê dizane û aleladen e, ji wan tiştan, agahdariyan, berhema xwe pak bihêle.

”…biharê bi hemî xweşî û hêjayiyên xwe…” Xweşiyên biharê çi ne? Hêjayiyên wê çi ne? Li vir peyivên wesat hatine bi kar anîn ku di edebiyatê de zêde mahneya wan nîne.

Edebiyat afirandin e, afirîner bi xwe li gorî xwe, edebiyata xwe, hest, fikir û xeyalên xwe diafirîne (Bi saya karekteran). Li pêş nivîskar hew bi tenê ka berhema wî çi qasî li form û babetê digunce, her ev tenê asteng e, yanî rê li pêş wî digire ku hay ji xwe hebe; ji bilî vê yekê bi her awayî azad e, dilê wî çawa bixwaze dê berhema xwe wisa ava bike. Loma gazind ji tiştekî nabe û divê nebe, qedera nivisînê bi temamî di destê nivîskar de ye.

Xwendevan timî li bendî ye ku roman, bi naveroka xwe, bi tesvîrên xwe, bi karekterên xwe zindî be, parçeyek ji jiyanê be, karekter û bûyer li jiyana rastî biguncin digel ku edebiyat ne rastiya jiyanê ye. Ji xwe mesele ev e ku di asteke afirîner û daner de ev tişt bêne kirin û dîtin.

”…ew keçeke rind û sipehî bû.” (r. 47)

Mîna gotinên li jor me behs kir, yên der heqê biharê de, li vir jî gava nivîskar ji me re dibêje û dinivîse ”keçeke rind û sipehî” ev peyiv zêde tiştekî bi me nadin zanînê. Xweşikbûn, sipehîbûn, peyivên relatîv in, her însanek li gorî xwe kare xweşikbûnê tarîf bike, ya muhîm xweşikbûna ku li vir nivîskar çêl dike, xweşikbûneke çawa ye? Ev xweşikbûn bi çi awayî ji yên mayî, yên cuda vediqete, xwe bi awayekî din nîşan dide? Diviya rindbûn, sipehîbûna ferqkar bi awayekî bihata gotin. (Hûrgulî -detay- muhîm in!)

Li jor me da zanîn, dema nivîskar li ser biharê dinivîse, ” bi hemî xweşî û hêjayî” wê dide nasînê; em nizanin ka ew bihara ku ew behs dike yeke çawa ye? Bi çi awayî xweşiyên wê hene, bi çi cûreyî ji biharên wesat cuda ye, ”hêjayiyên” wê çi ne?

Bi gotineke din ya ku navdar e, ”ji me re nebêje ka çawa ye, bi me nîşan bide”.

”…herin malên xwe…” (r.321) Ev gelek caran dubare tê bi kar anîn. Bawer dikim di kurmancî de welê nayê gotin. Fena gelek nivîskarên din, Dehsiwar jî vê xeletiyê dike. Kurmanc ji bo mal, ser, pişt an jî peyivên welê obje weke takekes bi kar tînin. Nimûne:

Kurmanc nabêjin ”herin malên xwe”, dibêjin:  Herin mala xwe.

Piştên xwe bidin hev nabe, dibêjin: Pişta xwe bidin hev.

Kurmanc nabêjin ez serên we neêşînim, dibêjin: Serê we neêşînim.

Tiştine ku Dehsiwar ji me re behs bike hene, roamana wî bi bûyeran, bi hikayeyan dagirtî ye. Lê qelsî di hunandina, hîkayeyan, bûyeran de xuya dibe, pêwendiyên karekterên romanê li ser gelek bûyerên tesadufî hatine danîn. Bêguman di jiyanê de mimkin e mirov bi tesadufî bibe şahidê gelek bûyeran, belam di edebiyatê de, xasima di danîna, lihevanîna romanê de, dest nade. (Afirîner ji bo çi ye!?)

Ji hêla nasîna karekteran, an jî em bêjin danasîna wan bi xwendevanan, Dehsiwar çikûzî dike, ev nuxte jî di romanê de weke lawaziyek xuya dibe, divê nivîskar, rêzê li xwendevanên xwe bigire û destgirtî nebe. Berevajî serwerê danasîna karekterên romana xwe be.

Ji alî ziman de, romana Şopa Xeterê mirov nawestîne, zimanê wê hêsan û sivik e. (Di hin beşande dema berê bi awayê, kiribû, çûbû, raketibû nivisîye, ew beş xwendinê giran dikin û di asasê xwe de ew dema borî ne hewce ye. Çima weke beşên din nenivisîye, nayê fam kirin!)

Dehsiwar di romana xwe de çay û qehwe gelek zêde  îkram dike (ne hewce ye), bi bûyeran re hestên qarekterên romanê carinan zeîf dimînin (Jiyana rastî de gelo welê ye?).

Xwediyê qelemê, Dehsiwar, divê di berhema xwe de hîn bêtir hakimê her tiştî be.

 

Serdar Roşan

srosan21@gmail.com

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")