Maruf YILMAZ, Doktoremend, lêkolîner
Hunermenda kurd Pervîn Çakar gavên ewilî yên muzîkê bi operaya sopranoya kurdî avêt. Ew girîngîyê dide çanda dengbêjiyê ku bingeha operaya kurdî ye.
Pervîn Çakar li Stockholmê ye û ew xwedî karekî profesyon e. Mijara konserên wê opera û stranên gelêrî yên kurdî bûn. Sopranoya kurd Pervîn Çakar ji ber rolên xwe yên li ser sehneyên operayê yên cîhanê hatin pesinandin. Pervîn Çakar di malbateka kurd de li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê û ew di heman demê de xebateka bêwestan a xezîneya muzîka kurdî ya herêma xwe ye. Bêyî ku tu carî dest li orijînalan bike, bi aletên rojavayî û rojhilatî ên îlahiyan an stranan derdixe û wan digihîne gelê xwe û gelên cîhanê. Di vê konserê de ji bilî stranên kurdî yên kevneşopî, me ji hunera Pervîn Çakarê operayên Bellinî, Gounod, Mozart, Puccinî û Verdî jî bihîstin. Wê li Konservatura Perugia li îtalyayê xwendiye û wê çend xelatên bi prestîj wergirtin. Pervîn Çakar destpêkara ewilî ya operaya kurdî ye û wê serkeftineka mezin bi dest xist. Di dema “Pêvajoya Aştîyê” de xelata Sopranoya Kurdî ji AKP´ê wergirt, lê ev xelat ji bo propaganda siyasî bû û dûvre serokê CHP Özgür Özel destê Pervîn Çakar maçî kir ji bo hunera wê ya operayê. Pervîn Çakar li cîhanê navdar e? Bi dîtina min Pervîn Çakar yek ji wan kesan e ku operaya kurdî temsîl dike ji ber ku wê serkeftineka mezin bi dest xist.
Pervîn Çakar bi teknika operayê strana berhemên kurdî dîdomîne. Ew bi çanda xwe têr dibe, lê sûd ji çandên cûda jî werdigire. Ew behsa “Operayeka wenda” dike ku ew di salên 1920î de li ser kurdan hatiye nivîsandin. Alexandre Tansiman di sala 1927ê de nivîsîye. Ew muzîkolog, pîyalîst û bestekar bû û berhema wî ya operayê ”La Nuit Kurde” ye – Şeva kurd, bi lîbretoya Jean- Richard Blocha ve wek berhemeka hunerî hatiye amadekirin. Navenda operayê îtalîya bû û li wir cara ewilî opera di wateya nûjen de di sala 1597an de ji alîyê Jacoko Perî ve hatiye afirandin (amadekirin). Perî bi mûzîka kevnar, şano, trajediya yewnanî, klasîzma estetîk û çanda kevnar re eleqedar bû.
Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê
Hunermenda kurd Pervîn Çakar gavên ewilî yên muzîkê bi operaya sopranoya kurdî avêt. Ew girîngîyê dide çanda dengbêjiyê ku bingeha operaya kurdî ye. Li gorî wê kurd xwe piçûk an kêm dibînin, lê wisan e. Dewleta tirk muzîka kurdî talan kir, perçe-perçe kir, kir malê xwe lê rastî di bin kûrahiya xwe de ma. Qirkirina çand û zimanê dayikê, înkarkirina nasnameya kurd, qedexekirina mîrata çanda kurd û kevneşopiyên neteweya kurd dibin mijareka balkêş ji bo hunermenda kurd Pervîn. Operaya kurdî ya Pervîn Çakar li ser van mijarên jorîn e û rola xwe li dinyayê dileyîze.
2. Lêkolînên berê
Kilmer, Anne (1972/1986) – li zanîngeha Californiayê – lêkolîna xwe ya strana ”Hurrî Hymn nr6” eşkere kir. Kilmer 15 salan li ser stranên muzîka Hurrî û Hetîtî xwendibû û di ber de jî lêkolînê dikir. Di sala 2017an de guhertinên herî populer û şîroveyên nû li ser strana herî kevn ku ji alîyê bestekara Alman-Suryanî Malek Jandalî (2017) ve hat pêşkêşkirin. Marcelle Duchesne-Guillemin (1980: 5 – 25), ji nû ve li ser stran û muzîka ”Hurrî Hymn nr6” xebitî û encameka nû bi dest xist.
Zardeşt û stranên wî di warê muzîka êzidîyan de çandeka taybet e. Josehp, Îsya (1909) li ser muzîka Yezidîyan xebateka balkêş kirîye. Vartabeld, Gomidas (1903) bi navê ”Chansons kurdes transcrites par le pere Komitas” ku ji du melodîyan pêktê, nivîsîye. Ew behsa muzîka Yezidiyan dike û ew bi eslê ve ermenî ye. Yaş, Zeynep (2017) di pirtûka xwe de behsa “qeyda ewilî ya muzika kurdî dike ku li arşîva Columbiyayê hate dîtin, dike.” Ew qeyda ku wî dîtiye weke qeyda muzika kurdî ya herî kevn dipejirîne, lê mixabin ew zêdetir di bin bandora arşîva Osmanî-Tirkî de maye. Di derbara muzîka kurdî de qaydên kevn pir in. Ez ê di nivîseka xwe ya din li ser vê mijarê binivîsim. Strana ”Ez Evdala Xwedê” ku ji alîyê hunermendê ermenî Karekîn Proodîn hatiye gotin û ya din jî ji aliyê hunermendê Asurî Kosrof Malool ve hatiye gotin. Kosro Malool di sala 188an de li Amedê ji dayîka xwe dibe û di sala 1904an diçe Amerîka lê di sala 1908an de vedigere û jina xwe Madam Hrepsne digel du kurên xwe ku navên Anton û Edward in, bi xwe re dibe Amerîkayê. Li Mezopotamyayê du hunermendên Yezidî hebûn wan bi rêya muzîkê nexweşan baş dikir. Ibrahîm Musûsî muzîkologê kurd bû û ew li Baxdadê dibistana pêşîn a muzîkê vekiribû. Zîryad rewşenbîrê kurd ê dema xwe bû û wî Enstûtiya medeniyetê damezrand, lê ket bin bandora dewleta.
Çend bestekarên navdar yên wek Gustav Holst (1908), Olivier Messiaen (1946) û John Cage (1946) îlhama xwe ji çanda Hindî girtine, lê bêtir ji helbest, felsefe û muzîkê.
Yek ji şiroveyên herî naskirî di sala 1972 de pêkhat dema ku Profesor Anne Kilmer li zanîngeha Californiayê – guhertoya xwe ya strana 3400 sal kevn pêşkêş kir. Anne Kilmer wê demê 15 salan li ser strana muzîka Hurrî û Hetîtî xwendibû û encameka nû bi dest xist. Di sala 2017an de guhertinên herî populer û şîroveyên nû li ser strana herî kevn ji alîyê bestekara Alman-Suryanî Malek Jandalî (2017) ve hat pêşkêş kirin.
Dema ku Fîlozof Nietzsche (1883) berhema xwe ”Zarathustra weha got” nivîsî bi xwe ket bin bandora Zardeştî. Ji aliyê muzîkê ve, opera Jean-Philippe Rameau di 5ê Kanûna Pêşîn a sala 1749an de li ser Zardeşt´î li Parîsê lîst û derbasî dîrokê bû. Hin gotarên kesên navdartirîn li ser muzîkê di pirtûka Reflex de hene, ev in:
Vivaldi, Antonio (1678 – 1741); Bach, J. S. 1685 – 1750; Händel, G. F. 1685 – 1759; Haydn. Joseph 1732 – 1809; Mozart, W. A. 1756 – 1791; Beethoven, I. V. 1770 – 1827; Schubert, Frans 1797 – 1828; Berlioz, Hector 1803 – 1869; Mendelssohn – Bartholdy, F. 1809 – 1847; Schumann, R. 1820 – 1856; Chopin, Frédéric 1810 – 1856; Wagner, Richard 1813 – 1883; Brahms, J. 1833 – 1897; Tjajkovskij, P. 1840-1893; Dvorak, Antonin 1841-1904; Grieg, Edvard 1843 – 1907; Debussy, Claude 1862-1918; Sibelius, Jean 1865-195; Nielsen, Carl 1965-1931; Schönberg, A. 1874-1951; Ravel, M. 1875-1937; Bartök, Béla 1881-1945; Webern, Anton 1883-1945;Prokofjev Sergej 1891-1952; Hindemith, Paul 1895-1963 û bestekarên swêdî yên wek Roman J. H. 1694-1758; Bellman C. S. 1740-1795; Berwald Franz 1796-1868; Söderman, A. 1832-1876; Tegner, Alice 1864-1943; Peterson Berger, W. 1867-1942; Stenhammar W. 1871-1927; Alfven, Hugo 1872-1960…
Di opera Mozart de bi navê ”The Magic Flute”, Zardeşt we kesekî sêrbaz Sarastro xuya dike. Şopên vê yekê di berhema Friedrich Nietzsche (1883) ”Zarathustra weha got ” de jî tê xuyakiri. Friedrich Nietzsche “Zardeşt weha got” di sala 1896an de ji aliyê Richard Strauss ve wek helbesta dengbêjîyê tê amadekirin û dûvre li gorî operayê hat lîstin. Helbesta dengbêjîyê li ser berhema edebî ya Friedrich Nietzsche ”Zardeşt weha got”, hat amadekirin û kete bin bandora muzîkolog an bestekarên Ewropayî. Li ser ”Zardeşt weha got” Wolfgang Amadeus Mozart, Jacques Offenbach, Johann Strauss II, Johannes Brahms û Gregoras Dinicu Ewropayê hejandin. Jean Philippe Rameus opereya xwe li ser têkoşîna di navbera qencî û xerabiyê ya Avesta Zardeşt de avakiribû, di sala1749an de li Operaya Parîsê hat pêşandan û leyistandin. Yên qenc bi rêberiya Zardeşt (Ahura Mazda) bû û yên xerab ji aliyê sêzbaz Ahrîman (Ahmane) ve têne birêvekirin û leyîstandin. Rameau, Jean – Phippe (1749) bi Zardeşt weha got gaveka din avêt ji bo nûkirina forma operaya fransî û her weha ku mijarek ji derveyî mîtolojiya Yewnanî hilbijart, kir mijara xwe ya sereke. Rameau, Jean – Phippe (1683-1764) bestekar û teoriyenê muzîkê yê fransî bû. Ew di malbateka muzîkê de mezin bû û ket bin bandora bavê xwe dûvre jî ji felsefeya Zardeşt sûd wergirt. Wî berhema Zardeşt weha got ya Neetzsche kir operaya xwe û ket sehneya neteweya Fransayê. Li gorî wî divê operaya qiraliyetê bibe qonaxa Neteweyî ya qraliyetê.
Bilûra efsanewî ya operaya Wolfgang Amedeus Mozart bi bandor bû. Heke bilûra a Mozart behsa Zardeşt bike, hingê mizgîniyên wî rasterast bûn, lê dema ku behsa Ahrîman dikir, ne rast bûn. Mozart di nameya xwe ya ku ji bavê xwe re nivîbû de behsa Zardeşt dike. Mozart di nameyeka xwe de ku wî ji bavê xwe re nivîsîbû li ser Zardeşt bû. Gustav Mahler helbesta Nietzsche ya beşa 58an jî kir opera. Mahler Gustav bixwe jî gotibû ku ew di bin bandora Neietsche û agirê strana Zardeşt de maye. Richard Georg Strauss jî ketibû bin bandora berhema Nietzsche ya ku ”Zardeşt wisa got”. Richard Georg Strauss (1864-1949) li Munîchê, Almanya ji dayikê bûye, mîna ku Mozart di şeş saliya xwe de bi muzîkê re bû. Ew di sala 1896an de herî zêde bi felsefeya Zardeşt re eleqedar dibe. Strauss Richard, bestekarê alman bû. Strauss wek bestekarê pêşwext derketiye holê; berî ku ew bibe bîst salî, muzîka wî ji hêla muzîkologê herî pêşîn ê Almanya Hans von Bulow ve hate pesîndayîn. Lêkolîn nîşan dide ku muzîk dikare êşa fîzîkî û psîkolojîk ya takekesan (îndîvîd) ji laşên wan rabike da ku ew ji nexweşiyê azad bibin. Muzîk dikare bibe dermanê êşa mirovan. Li Zanîngeha Glasgow Caledonian, hat zanîn ku kesên ku li muzîka xwe ya bijare guhdarî dikin kêmtir êş hîs dikin û êşê tehemûl dikin.
Tembur di Şerefnameyê de jî cih digire. Girîngiya kevneşopiya ola Ehlê Heqê ya kevnar li ser muzîka kurdî heye (Minorsky 1920; C.J. Edmonds,1969). Opera di ronesansê de li Îtaliyê kete rojevê û mirov dikare bibêje ku opera yekane şêweya hunerê ye ku hemû şêweyên hunerê digihîne hev. Di operayê de şano muzîk, helbest, kilam /dengbêjî, stran, resim, wêne, mîmarî, cil û bergên neteweyî hene. Opera koka xwe ji dengbêjiyê wergirtiye.
Richard Strauss di sala 1896ê de berhema Neetzsche ”Zardeşt weha got” amade kir ji bo operayê. Kevneperestên fransî bawer kirin ku Ramerau li dijî qesrên qral, kevneşopîyên civakî û çanda qraliyetê ye. Paşê nivîskar û hunermendên fransî têgihîşin ku tiştê Ramerau dihizre (difikire) bêhtir ji kevneşopîyên fransî re xwedî derdikeve, lê bi hizreka kûr. Kevneşopiyên fransî mêjîyê wî bû. Yên ku dewleta îdeal a Platon birêve dibin fîlozof in.
Fîlozofî û muzîk
Li pişt hemû muzîkê felsefeyeka muzîkê heye. Muzîk bi pirsên felsefeyê ve girêdayî ye. Fîlozof kûr dihizrin. Ji lewre yên ku biryara desthilatdariya dewletê didin fîlozof in. Ne hêza siyasî ye. Xwedîyê dewletekê aqilê fîlozofan e. Mirovên bêaqil bêkes û bêxwedî ne. Divê dewlet zanînê bi kar bîne. Forma hikumetê ya ku Platon jê re dibêje timokratî diyar dike. Nêzikbûna wê bi aristokratiyê ve heye” serweriya herî baş”. Bi dîtina min, divê fîlozof hêza herî bilind bin, ne siyasetê.
Doktoremend Maruf YILMAZ