Kurd, bi tirk hev rexne dikin û heqaret dikin. Gelekê wan jî xwedan berpirsîyarî nînin. Aşê xwe dihêrin û destên van di bin kevirde nîne.
Ya sosrettir çîye ? Doza Kurdistaneke serbixwe dikin. Ji derveyê xwe herkes şaş heta bi hêsayî tawanbar dikin.
Xelk ava dike, em xira dikin.Xelk yekitîya xwe avadike em her tişt berevacî dikin.
Dek, dolap, fesadî û teklîhevî karê welatparêzan nîne. Gotinên vale û pûç xizmet nakin ji tevgera welatparêz û demoqrat ra.
Siyaset gerek xwedan wate û kalîte bî.
Siyasetmedarên me gerek ferqêk bixine navbeyna xwe û siyaseta zordara.
Li metropolan xezal xwendin hêsa ye.
Fermo welat bendewarê we ye.
Xira xwe ku hun nikarin awa bikin, qet nebî xira nekin.
Û êşa herê giran; hingî ku em dijatîya hev dikin, seda yek dijî dagirkeran dernakevin.
Birayên eziz, ewên alema seyah ji xwe ra xistine star û armanç, ji kerema xwe ra piçek hêsa bin, etîk bin, hinekjî niqteyên hevbeş binine holê.
Kin û edawetê belav nekin.
Hinek jî rê bidine evîn û rezdarîyê.
Ji kereme xwe ra hinek van bicerbînin.
Hizkirin, kilida hemû pirsekirikanê.