SOYLU: EM Ê DIGEL ÎRANÊ OPERASYONEKE HEVPAR LI DIJÎ PKKÊ PÊK BÎNIN

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu, beşdarî programa Ajansa Anadoluyê bû û got: Cara pêşî radigihînim. Em ê digel Îranê, operasyoneke hevpar li dijî PKKyê pêk bînin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Suleyman Soylu beşdarî programa 'Edîtor Masasi' ya televîzyona Ajansa Anadoluyê bû û li ser hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê û tifaqên opozîsyonê, hin nirxandin kirin.

Soyluyî piştî nirxandinên li ser hilbijartinan ragihand ku ew ê digel Îranê li dijî PKKê operasyonekê pêk bînin.

Soyluyî wisa got:

Cara pêşî dibêjim. Em ê digel Îranê li dijî PKKê operasyoneke hevpar pêk bînin."

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e