Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi parvekirina twîta Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ku wêneyê parlamenterê HDPê yê Îdirê bi piyekî şikestî jî li ser e, bêyî ku ti amajeyekê bi tundiya polîsan li Geverê û şikestina piyekî parlamenterekî HDPê bike, derbarê meşên duh ên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên bi boneya 24mîn salvegera derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyê peyamek tund belav kiriye.
Duh bi boneya 24mîn salvegra derxistina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê, HDP, DBP û KCDê li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên wek, Wan, Gever, Amed û Riha, Enqere û Stenbolê meş û xwepêşandan lidarxistin ku ew çalakî rastî destwerdanên polîsan hatin û bi dehan kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê jî bi beşdariya hejamrek berpirsên HDPê gelek kes li hev kom bûbûn û xwestibûn meşekê bi navê “Meşa Azadiyê” li dar bixin, lê polîsan rêgirî li wan kiribûn û bi destwerdana polîsan alozî derketibû.
Di encama tundiya polîsan de, piyê çepê yê parlamenterê HDPê yê Îdirê Habîp Eksîk şikestibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî wêneyê wî parlamenterî bi piyekî şikestî û pêçayî li ser twittera xwe belav kiribû û gotibû: “Îro li bajarê Geverê parlementerê me yê Îdirê Habip Eksik rastî êrişê hat û lingê wî şikandin. Ev êrişa li dijî siyaseta Demokratîk em bi ti awayî qebûl nakin. Înada wan kesên hewayê kîndariyê avadikin, emê Tirkiyeke Demokratîk ya ku her kes têde bikare nefes bistîne avabikin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî twîta Pervîn Buldan parve kiriye û bêyî ku ti amajeyekê bi tundiya polîsan û şikestina piyê parlamenterekî HDPê bike, peyameke tund derbarê siyaseta HDPê û meşên duh de belav kiriye.
Soylu, bi pirsa gelo ji kengê ve meşa ji bo rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku wî wek “qatilê zarokan” bi nav kiriye, bûye siyaseta demokratîk, helwesta xwe nîşan daye û ragihandiye, li Tirkiyê ew rê nadin ku xirab bikaranîna demokrasiyê û bi amûrkirina terorê.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di peyama xwe de wiha dibêje, “Nezanî, bêşermîtî, bêexlaqî…, meşa ji bo kujerê zarokan Apo ji kengê ve bûye siyaseta demokratîk? Bi îstîsmara we ya demokrasiyê û bi amûrkirina terorê li Tirkiyê dê tu carî destûr neyê dayîn. Ew qas sade ye.”