SPANYA - Di keştiyekê de 4 ton kokaîn hat girtin: Ji Tirkiyeyê çûye

.

Li Spanyayê di keştiyekê de dest bi ser 4 ton kokaîn de hat girtin.

Li gorî zanyariyan, keştî ji Tirkiyeyê bi rê ketiye û 7 jê Tirk, 10 karmendên wê jî hatine desteserkirin.

Polîsê Spanyayê ragihand ku wan li bakurrojavayê Girava Lanzoroteyê ya Spanyayê li devereke nêzîkî giravên Canaryayê di keşetiyeke kargoyê de dest daniye ser 4 ton kokaîn.

Li gorî AFPyê keştiya kargoyê ya bi navê Rasê ku bi alaya Tanzanyayê bû ji Tirkiyeyê bi rê ketiye û dê barê xwe bibira rojavayê Afrîkayê.

Keştî li Girava Lanzoroteyê ya Spanyayê li ser gumanê hatiye rawestandin û dest bi ser 4 ton kokaîn hatiye girtin.

Her wiha di operasyonê de 10 karmendên keştiyê hatine desteserkirin ku 7 ji wan Tirk, 2 ji wan Azerî û yek jî Holendî ye.

Polîsê Spanyayê bi hevahengiya 6 welatên Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê û Navenda Operasyon û Analîzê ya Deryavaniyê keştiya kargoyê şopandiye û piştre biryara operasyonê daye.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir