Spor û Civak: Malbateke Dilovan

Nuri Aldur

Nuri Aldur                                              

Rojeke ku mîna hemû rojanbû min bazdide û liqayî vê malbatê bûm. Ewan dê û bav û dido zarokbûn. Li gel wan kûçikê wan jî hebû û em hemû dizanin ku kûçik jî li vir wek ferdekî ji malbatêye. Mezinan(K û A) bi awakî rûken û devilken, gelekî vekirî û dîyar, silav danemin. Zarok ji xwe biçûk bûn û ewan di arebên xwe de bûn Min jî helbet silava wan bi xweşî bersiv da û em jev dûrketin.Caradin ku me hev dît, ewan piştî silavê, bi awakî ku moralê bidne min û weha gotin: ” Tû jêhatîyî” û bersiv anjî destpêka dîyalogeme bi gotinaminî ku ”Hun jî jêhatîne” dewamkir. Piştî carêndin em carna lev disekinîn û me qala sporê dikir anîj bê ma ewan bi çi haraket û aktîvîtêtanve meşgûlin dikir.

Li vir eve giringe ku merov, mîna ferd/beşer, normal fenomenekî sosyala. Dera ku ken lê hebê divêt bi ken anjî teşebûsî ken bêt kirin – girî hebê divêt bi girî anjî xemgînî manzara bêt dayîn.Silav dayîn û silav vegerandin jî di vê çerçewêdeye.Bê goman ew kesên ku nexwazin beşdarî dîyalog och sohbetê bibin ew jî normala û divêt bêt qabûlkirin. Lê ji xwe piranîya hevnasîn û hevaltîyê bi silavekê, sohbetekê anjî bi rêya hinekedin destpêdike.

Di hevdîtina min û malbatê ya carekedinde me bi kurtayî qala kar û îşên hev kir. Hem K û hem jî A karmendbûn, lê K di demên xwe yî valade diçû nêçîrê; yanî ew nêçîrvanbû jî. Ji xwe ew kûçikê wan jî yên nêçîrêbû û wan digot ku ew hîç goşt nakirin, ew îdara xwe bi goştê nêçîrê dikin.

Ez duvdirêj nekim û serên we xwendevanan ne êşênim, lê karim weha bibêjim ku hevaltîyamin û vê malbata biçûk û şêrîn gihişte dereceke wilo ku em di dema ku di otobûs û trênande liqayî hev dibûn li ba hev dirûniştin û mîna dostan pevre sohbet dikir. Carekê jî telefonek ji min re hat (hêjî me telefonên xwe ne dabûna hevdû, lê wan numara telefonamin ji înternetê derxistibûn) û A li gel min axivî û got ku kurkê wan yên 6-7 salî dibêjê û dixwazê ku ez(Nuri) werme pîrozkirina rojbûna wî. Helbet min got ku ezê bi kêfxweşî bêm. Keçamin (Stran) weha bo min got: ”…baba, divêt tû xwe serbilind bibînê, ku zarokek, te dawetî rojbûna xwe dike..”. Ez çûme rojbûna W û wek hedîye jî min pirtûkeke li ser astronmî, lê li gor sewîya zarokan, bixwere bir û da W û W jî hemû hedîyên xwe yî din dan alîyekî û li sûretên di nav pelên pirtûkê de ji xwe re di meyîzand.

Ezê vê nivîsa xwe bi gotineke Yusuf Has Hacip, ku li ser dîyalog anjî dan û standin ku elaqadarî vê nivîsamin heye, temam bikim:

” Xweşikbûna aqil bi zimana, xweşikbûna zimên bi gotinêye, xweşikbûna ferd/beşer bi rû ye û xweşikbûna rû jî bi çave ”.