Spor û Civak /Pîro û Wîlma

Nuri Aldur

Nuri Aldur

Hê berî nêzîkê 300 metroyî min dît ku kontrola pîro ser kûçika wî tûneye. Șelît di destê pîrodebû û kûçik jî berdayî û hinekî dûrî pîrobû. Min di dît ku pîro dixwazê xwe bighênê kûçika xwe û bi awakî wê girêbidê, lê mala xwedyê pîrîtîyêbê ew taqat û hêza wî wa dîyarbû tûnebû ku wê zembike. Ne tenê pîrîtîbû ku zahmetîya wî bû, pîro gelekî qelew jî bû û dema ew dimeșî fena dareke ku ba li dixê;  geh bi rexê rastê de xwehr dibû û geh jî bi rexê çepêvê. Yanî pîro nikarîbû beden û lașê xwe jî rehet rehet haraket bikê û ma gelo ewê çawa bikarê kûçika xwe zembike.                                                                             

Dema min ev manzara anjî izdiraba pîro dît, ez hizirîm/fikirîm ku ma gelo ez bi pașda vegerim anjî beza xwe rawestênim û tenê bimeșim, lê hê min biryara xwe nedabû û kûçik ber bi min de hat û mi ferq kir ku ewê rast û rast bêmin. Lê tiștê ku di wan sanîyade ez di hizirîm ew bû ku ma gelo kûçik wê bi min șabê anjî wê min biêșênê/bi dirrê. Pîro her gazî kuçîka xwe dikê: Wîlma, Wîlma, Wîlma bisekine, bisekine, lê Wîlma ti alaqadarî pîro nedibû û ew hatemin, her dû lingê xwe yî pêș avêtine ser tepê sîngamin û hilk hilka wê û rû û çavênme her dû yan jî nêzîkî hev bûn û me bi refleksî jî be lev meyîzand. Helbet ez gelekî tirsiham û ne tenê tirs, bizdeham jî. Hê pîro dûrbû û gotemin ku Wîlma kûçikeke hirre, lê leyistika wê hișke û kesên wê nenasin karin bitirsin. Min ji pîrore weha got: te û Wilma te ez bizdandim, Wîlma ez perîșan kirim û ezê vê serpêhatîyê nikaribim jibîrbikim.

Pîro hinek beșișî û afûya xwe xwest, lê ti gotinêdin ji devêmin derneketin û min hêdî hêdî xwe ji wan durkir. Çend caran min li dûv xwe meyzedikir û di dît ku Wîlma û pîro ji berê bêhtir jev dûrketine. Piștî çend rojan min ev mesele ji drawsemere got, kî ew di hefteyêde gelek caran bazdide, û min rewșa xwe yî xerab jêre qalkir. Drawsame got ku ew pîr gelek problemên wî yên tendûrûstîyê hene û șaradarîya bajêr hatîye agadarkirin(çend kesan gilihê pîro jî kirine ku ew jî û Wîlma jî pêwîstîyan wan her duyan jî bi alîkarîyê heye) û wê jêre çareserîyek bêt dîtin.                     

Piștî vê qazayê anjî felaketê bi hefteyeke ez dîse derketim ser rê û rêçikan û min baz dide, lê ne vê carê û ne jî carêndin min hew pîro û Wîlma dîtin. Nizanim ku ma gelo șaradarîyê li gel polîs dest danîne ser Wîlma û alîkarîyek ji pîrore peydekirin anjî  wan barkirin çûne derekedin, anjî ewan xwe li mala xwe îzoledikin anjî belkî pîro miribe; evan pirsan her di serêmin de derbasdibûn di dema ku min bazdide. Lê di heman demêde dilê min jî rehet û kêfxweșbûm ku ez hew wan her du mexlûqan bibînim. Dema ez hatime malê min li ser fanêreyê xwe yî sipî, dewsên her dû lingên Wîlma; mîna mohra muxtarê gundê Mizîzexê di salên 1980 yan de ku ne gelek dîyar û vekirîbû xwîyadikirin hata bîramin.                                                                      

Spor û civak jî mîna jîyana rojanêye, rengo rengoye û hîç tiștên ku merov texmîn û bawernakê çêdibin: qezenckirin, hundakirin, qeza û bela, meșhûrbûn, dewlemendbûn lê helbet têkçûn mirin jî.